Wezareta Dadê 3 meh in bersiv neda serdana Îmralî ya ÎHD’ê

  • 09:04 11 Sibat 2024
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen, da zanîn ku 29’ê Mijdarê de ji bo heyetek serbixwe bişînin Îmraliyê serî li wezareta dadê dane lê tu bersiv nehatiye dayîn. Nurayê daxuyakirin ku pirsgirêka Kurd û tecrîd girêdayê hev in û bandora binpêkirinên mafan yên li girtîgehê tên dîtin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. 10’ê Cotmehê de  bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’yan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Piştî vê malbatan jî li derve dest bi Nobeta Edaletê kirin.
 
Hewldanên rêxistinên mafê mirovan û hiqûqê yên li dijî tecrîdê didomin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di 29’ê Mijdara 2023’yan de ji bo heyetek serbixwe biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dane. Tevî sê meh ser de derbas bûye jî hîna tu agahî nehatiye dayîn.
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen, der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Tecrîd veguheriye îşkenceyê’
 
Nurayê daxuyakirin ku zextên desthilatdariyan her tim hebûne û ev demek dirêje li ser Gelê Kurd tecrîd pêk tê. Nurayê wiha vegot: “Di esasa vê de li Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye. Gelek caran li dijî vê li di girtîgehan grevên birçîbûnê yên demdirêj hatin kirin. Ji 2018’an de dest pê kir di 2019’an de bidawî bû. Di 2020’an de dîsa dest pê kir û di 2021’ê de qediya. 290 rojî berdewam kir. Piştî gireva di 2018’an de hat destpêkirin û 2019’an de qedya bi Abdullah Ocalan re çend hevdîtin kirin û dîsa tecrîd berdewamkirin. Ev 35 mehe tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev rewş li tu devera cîhanê nayê qebûlkirin. Hiqûqa Tirkiyeyê divê ji bo her kesî pêk tê. Di peymanên navneteweyî de mafê mirovan ketiye bin garantiye. Ev maf li Tirkiyeyê jî ketine bin garantiye. Lê mixabin ji bo hinekan ev maf pêk tên ji bo hinekan pêk nayên. Li Îmraiyê hiqûqek du alî heye. Em ya negatîf dibînin. Divê demildest ev tecrîda giran rabe.”
 
‘Tecrîd û pirsgirêka kurd girêdayê hev e’
 
Nurayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd girêdayê tecrîdê ye. Niha li girtîgehan girtî du daxwazan tînin ziman. Çalakiya wan ji bo demokratîkbûna welat e. Ger bersiv ji bo daxwazên girtiyan bê dayîn wê gelek alozî ji holê rabin. Ji bo aştiya civakî divê gav bên avêtin û tecrîd bê rakirin. Tecrîda li Îmraliyê îro bandor li ser hemû civakê û girtîgehan kiriye. Li girtîgehan ev bi awayekî zelal tê dîtin. Li ser girtiyan tecrîdek giran heye. Li girtîgehên Tîpa S û Y di pergala hucreyan de girtî bi awayekî hişk tên îzolekirin.  Li hember rih û fîzîkî ya girtiyan êrîşek mezin heye. Ev li hemû girtîgehan heye. Girtiyên 30 salin girtîne nayên bertan. Ev hemû girêdayê konjoktura siyasî ne.”
 
Ne ji CPT ne jî ji wezaretê bersivek tuneye!
 
Nurayê dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo serlêdana li Wezareta Dadê kirine ne bersivek erênî ne jî neyînî negirtine û wiha domand: “Me bi rêxistinên hiqûqê re serî li CPT da. Lê ji zemîna diyalogê direvin. Ji ber vê serlêdanên me nayên bersivandin. Serlêndanên me yên der barê grevên birçîbûnê de wê bidome. Bêguman wê ev reva wan ya ji zemîna diyalogê bidawî be. Hewce bi vê heye. Divê ev bê fêmkirin. Xebatên me yên şopandina binpêkirina mafan didome.”