Meşvanên Azadiyê çûn serdana goristanan

  • 15:25 10 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
MÊRDÎN - Meşvanên Azadiyê, li Qoserê gelek serdanên goristanan pêk anîn. Di serdanê goristanan de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û çalakgerên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ bibîr anîn.
 
 Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ya Wanê ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hat destpêkirin di roja 10’emîn de li Qoser a Mêrdînê serdanên xwe didomînin. 
 
Piştî meşê heyet li du baskan veqetiyan. Baskê yekemîn çû serdana gora Medya Çinar ya di çalakiya greva birçîbûnê ya 25’ê Adara 2019’an de çalakî pêk anî û li ser gora wê bibîr anîn. Baskê din heyete jî gelek serdanên goristanan pêk anîn. Gora yek ji pêşengên kadroya PKK’ê Ferhat Kurtay, xebatkarê çapemeniya azadiyê Ahmet Araç,  gora parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar,  Halît Oral yê bedena xwe dabû ber agir, hatin ziyaretkirin.
 
Piştî serdana goran Mevşanên Azadiyê berbi Dêrikê ve ketin rê.