Hezo ji bo meşvanên azadiyê daketin kolanan

  • 14:54 10 Sibat 2024
  • Ramyarî
ÊLIH - Baskê Qersê ya ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Hezoyê ji aliyê gel ve bi coşek mezin û hat pêşwazîkirin û li kolanan dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’ bilind bûn. 
 
Di çarçoveya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" meşa ku bi du baskan di 1'ê Sibatê de bi dirûşma "Meşa Mezin a Azadiyê" hat destpêkirin didome. Baskê Qersê piştî meşa xwe ya Farqînê li Kaniya Hênê û Hezo ya Êlihê meş pêk anî.
 
Meşvanan, li Pira Malabadê Rindêxan ya li dijî Mala Eliyê Unîs û dagikeran ve xwe ji Pira Malabadê ve avêtibû bibîrnîn.  Parlametnera DEM Partiyê Newroz Uysal  li wir axaftinek kir û da zanîn ku li her derê Kurdistanê çîrokên berxwedanê hene û  der barê Rindêxan de jî agahî da û got ew qêrîna çiyayê Kurdistanê ye. 
 
Piştî bîranê heyet li bajaroka Kaniya Hênê ya Hezo a Êlihê bi kulîkan hat pêşwazîkrin. Meşvan li avahiya DEM Partiyê bi girseyê re hatin gel hev. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan axaftinek kir û da zanîn ku meşa wan 10 roje didome û wiha vegot: “Em tecrîda lis er Birêz Ocalan qebûl nakin. Birêz Ocalan rêberê gelê Kurd e. Divê demildest azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê.  
 
Daxwazên me daxwazên rewane. Birêz Ocalan miftey aştiyê ye.”