Gulser Ozbay li Wanê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin

  • 15:38 13 Çile 2024
  • Rojane
WAN - Gulser Ozbay a ku piştî 31 sal 6 mehan şûnde ji girtîgehê derket li Wanê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. 
 
Gulser Ozbay (63) a ku piştî 31 sal 6 mehan şûnde ji girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê derket li Wanê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. Gulserê li Balafirgeha Ferit Melan ji aliyê Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), TUHAY-DER, Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Parti bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.
 
Gulserê li vir bang li jinan kir peyama têkoşînê da. Gulsera piştî hat rêxistina DEM Partî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin.