Gulser Ozbay li Wanê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin 2024-01-13 15:38:27   WAN - Gulser Ozbay a ku piştî 31 sal 6 mehan şûnde ji girtîgehê derket li Wanê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.    Gulser Ozbay (63) a ku piştî 31 sal 6 mehan şûnde ji girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê derket li Wanê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. Gulserê li Balafirgeha Ferit Melan ji aliyê Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), TUHAY-DER, Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Parti bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.   Gulserê li vir bang li jinan kir peyama têkoşînê da. Gulsera piştî hat rêxistina DEM Partî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin.