Girtiyan ji bo greva birçîbûn sitrana 'Çavê Cudî' got

  • 11:37 20 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyana Kayseriyê bi sitrana "Çavê Cûdî" piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatiye destpêkirin.
 
Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê  24 sal in li Girava Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd di 27'ê Mijdarê de dabûn destpêkirin di roja 24'an de ye. Peyam û stranên berxwedanê yên ku girtî ji parêzer û malbatên xwe re bi riya telefonê radigihînin jî berdewam dikin.
 
Strana 'Çavê Cûdî' hat gotin
 
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyaya Kayseriyê jî bi strana hunermend Bermal Çem a bi navê "Çavê Cûdî" bi telefonê ji malbatên xwe re ragihandin û piştgirî dan berxwedana greva birçîbûnê.