Ji Kongreya Ciwanan banga tevlibûnê

  • 09:07 20 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Hêlîn Koçak ku ji bo kongreya ku dê di 24'ê Kanûnê ji aliyê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyaê ve bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir got, "Em li vir in, em ê ciwan çerxên vê pergalê bişkînin."
 
Meclisa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi şîara “Vejînek Ciwan” 24’ê Kanûnê roja Yekşemê li Salona Dawetê ya Geterler a li Amedê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Hêlîn Koçak der barê kongreyê de agahî dan.
 
'Tevî astengiyan xebatên me dewam dikin'
 
Hêlînê, diyar kir ku wan gelek çalakiyên weke civîn û şahiyên  gel li dar xistine û ev çalakî dewam dikin û diyar kir ku ew ji ber kongreya ku dê di 24'ê Kanûnê de li dar bixin bi coş û kelecan in. Hêlînê anî ziman ku gelek caran dewletê zext li wan kirin û got, “Rejîma AKP’ê ji bo astengkirina kar û xebatên me û astengkirina me dîsa serî li girtin û binçavkirinan da û weke her car aliyê xwe yê faşîst nîşan da. Di berdewamiya axaftina xwe de Hêlînê ev tişt got, “Dixwazim diyar bikim ku tevî hemû astengiyên jî xebatên me bi hemû leza xwe didomin."
 
'Ciwan naxwazin jiyanek ne aîdê xwe bişîn'
 
Hêlîn da zanîn ku ciwan li her qadê eleqeyeke mezin nîşanî kongreyê didin û destnîşan kir ku ciwan ji her tiştî haydar in. Hêlînê got, “Ciwan naxwazin vê jiyana qirêj a ne aîdê wan e bijîn. “Rejîma faşîst a AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe hewl dide pergalê li gorî xwe bi teşe bike, tenê li gorî berjewendiyên xwe hewl dide ciwanan bi teşe bike. Lê gel ku ciwan naxwazin bi vê rêbazê bijîn jî ev li wan tê ferzkirin."
 
'Ciwan ranawestin'
 
Hêlînê da xuyakirin ku rejîmeke faşîst a ku her cure şerê taybet meşrû dibîne heye û ji ber vê jî di nava têkoşîneke berdewam de ne. Hêlîn bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û diyar kir ku bi vê tecrîdê armanc dikin ku gelê kurd bi çewisînin. Hêlînê anî ziman ku gelê Kurd û ciwanên Kurd li dijî vê bêhiqûqiyê rawestiyane û wiha got: “Em mînakên herî berçav ên vê têkoşînê dibînin. Grevên birçîbûnê yên îro li girtîgehan pêk tên mînaka vê ye. Ji xeynî vê di van demên dawî de li Parîsê Konferansa Ciwanan pêk hat. Em ê ciwan çerxên vê pergalê bişkînin. Em ê li dijî vê pergalê bibêjin 'em li vir in'. Ji bo rol û mîsyona ciwanan pêk bînin em ê her tim li qadan bin.”
 
Bi şîara 'Vejîneke Ciwan' em bêjin 'em li vir in'
 
Hêlîn ji bo kongreya ku 24’ê Kanûnê roja Yekşemê saet di 10.00’an de li Salona Dawetê ya Geterler a Amedê tê lidarxistin, bang li hemû ciwan û jinan kir û got, “Em bi hev re çerxên vê pergalê bişkînin. Li dijî kesên siberoja me dizîn, bi dirûşma 'Vejîneke Ciwan'  em ê bêjin 'em li vir in'. Em ji bo kongreya xwe ya ku dê di 24’ê Kanûnê roja Yekşemê li Amedê bê lidarxistin amade ne, li benda hemû heval û dostên xwe yên ciwan û gelê xwe ne ku tevli kongreyê bibin."