Gurbet Tekîn: Em ê xwedî li cenazeyan derkevin

  • 09:04 20 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn, derbarê polîtîkayên şerê taybet a li hemberî cenazeyan de axivî û got: "Di salên dawiyê de cenazeyan bi kargoyan teslîmê malbatan dikin. Jiyana me, rondikên me, dilê me, rûmeta me û her tiştê me di wan qutiyê de ne. Ji bo wan biçûk e lê di wan kutiyan de cîhanek heye. Em ê xwedî li wan cenazeyan derkevin."
 
Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet a îktîdarê berdewam dike. Bi wan polîtîkayan nirxên civakî yên gel hedef tên girtin. Bi taybetî jî zilma li hemberî cenazeyan û malbatan. Mafê definkirinê û hurmeta li hemberî cenazeyan tune tê hesibandin. Cenaze bi qutiyên karton û bi kargoyan tên şandin. Goristan tên texrîpkirin. Cenazeyên ku nasnameyên wan û malbatên wan diyar in bi mehan li goristanên bêkesan tên rawestandin. Gelek caran malbat bi salan nikare xwe bighîne cenazeyên zarokên xwe. 
 
Herî dawiyê cenazeyê Menfiyat Elçîçek di 29'ê Mijdarê de li Stenbolê di nava qutiya karton de teslîmê malbatê kirin. Hevseroka Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Mêrdînê Gurbet Tekîn, derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Polîtîkayên îktîdarê ya li hemberî malbatan
 
Gurbet, polîtîkayên ku li hemberî cenazeyan tê meşandin şermezar kir û got: "Gund hatin wêrankirin û şewidandin. Koçberî li wan hat ferzkirin. Hatin binçavkirin û girtin. Niha jî nikarin xwe bighînin cenazeyên xwe. Malbat bi wan re rûbirû ne. Ev tişt têr nake cenazeyên zarokan perçe perçe dikin û bi kutuyan ji malbatan re dişînin. Her wiha gorên wan tên texripkirin."
 
'Em êş dikişînin lê em natirsin'
 
Gurbet, daxuyand ku heman îşkenceyên ku pêk hatine re rûbirû maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî bi salan şûnde xwe gihandiye cenazeyê kurê xwe. Cenazeyê kurê xwe li warê xwe definkiriye. Lê piştî çend roj şûn de kêlik hatiye şikandin. Ev tişt tê wateya cezakirina malbatan. Ji xwe malbat êş dikişîne û ev tişt jî tê wateya zilma li hemberî malbatan. Her wiha bi vî awayî dixwazin malbatan bitirsînin. Lê divê bê zanin ku raste em êş dikişînin lê belê em natirsin."
 
‘Di nava wan qutiyan de cîhanek heye' 
 
Gurbet, diyar kir ku êrişên li hemberî cenaze û goristanan qebûl nakin, ev tişt li dijî mirovatî, hiqûq û edaletê ye û wiha bi lêv kir: "Bi êrişan hewl didin ku tolê bigirin. Lê ev tişt bê rûmetî ye. Cenaze rûmeta me ne. Di salên dawiyê de jî cenazeyan bi kargoyan teslîmê malbatan dikin. Cenazeyên Garzanê li li peyarêya Kilyosê hatin definkirin. Jiyana me, rondikên me, dilê me, rûmeta me û her tiştê me di vê qutiyê de ne. Ji bo wan biçûk e lê, di wan kutiyan de cîhanek heye. Ji ber vê sedemê jî divê em xwedî li wan cenazeyan derkevin."
 
'Ew ne bêkes in'
 
Gurbet, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li gel kir: "Divê ne tenê mabat gel bi tevahî xwedî li cenazeyan derkeve. Em cîhaneke wisa hêvîdikin ku bila cenaze neyên. Heke em yekitiya xwe avabikin û em dikarin tecrîdê têk bibin û Rêberê xwe azad bikin. Heke ew tişt pêk bê dê vê demê xwîn narije. Her wiha heke em xwedî li cenazeyan derkevin dê nikarin zirarê bidin û li goristanên bêkesan defin bikin. Ew ne bêkes in."