Nobeta Edaletê li Amedê 16 roj in didome

  • 15:53 19 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya ji aliyê TUAY-DER û malbatên girtiyan li Amedê hat destpêkirin di roja 16'an de berdewam dike. Di çalakiya îro de peyama "Ne 16 roj 16 sal derbas bibe jî em ê çalakiya xwe heta dawiyê bidomînin." 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  
 
Her wiha bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) a Stenbolê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobeta Edaletê dan destpêkirin û tevlî pêngavê bûn.
 
Nobeda Edaletê ya ku li Amedê hatî destpêkirin di roja 16'emîn de berdewam dike. Çalakiya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rêzanê didome. Îro nûrenên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Farqînê serdana çalakiyê kirin. 
 
Di çalakiya îro de Halîme Topuz axivî got: "Îro çalakî ket roja xwe ya 16'emîn. Zarokên me 23 roj in di gireva birçûnê de nin. Ne 16 roj 16 sal jî derbas bibe em ê çalakiya xwe ya nobetê bidomîmin. Ez ji vir bang li Wezareta Dadê dikim, em ê çalakiya xwe bidomînin heta ku mafê zarokên me hatin dayîn. Em bang li cîhanê dikin ku ji ber ku em kurd in tecrîdê li hemberî me dimeşînin. Hewce bike dê çalakiya me 16 sal jî bidome." 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û stranan bi dawî bû.