Halîde Turkoglû: Ji bo heqîqetê em ê têkoşînê mezin bikin

  • 11:44 19 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê, beriya parastina Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû got:"Ew ê Figen Yuksekdag dîsa daraza desthilatdariya mêr dîsa bidarizîne. Heqiya vê têkoşînê îro dîsa derdikeve holê. Em ê di vê dozê de li gel Figen Yuksekdag bin û piştevaniyê mezin bikin. Ji bo heqîqetê em ê têkoşînê mezin bikin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de daxuyanî da. Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî û parlamenterên DEM Partiyê tevli daxuyaniyê bûn. Gelek jin tev li daxuyaniya li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate dayîn bûn. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, di daxuyaniyê de axivî. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Bijî piştevaniya jinan","Jin jiyan azadî","Bijî berxwedana jinan","Figen Yuksekdag rûmeta me ye" hatin berzkirin. 
 
'Îro nîşan da ku têkoşîna me ya dîrokî çiqas mafdar e'
 
Halîdeyê da zanîn ew ê tevlî rûniştinê bibin û piştevaniyê mezin bikin û wiha domand:"Îro li gelek cihan rêhevalên me yên jin vê piştevaniyê mezin dikin. Ew ê Figen Yuksekdag dîsa daraza desthilatdariya mêr dîsa bidarizîne. Heqiya vê têkoşînê îro dîsa derdikeve holê. Em ê di vê dozê de li gel Figen Yuksekdag bin û piştevaniyê mezin bikin. Ji bo heqîqetê em ê têkoşînê mezin bikin. Îro di heman demê de 19'ê Kanûnê salvegera komkujiya Mereşê ye. Di heman demê de salvegera 'Operasyona vegera li  jiyanê ye'. Di bin vî navî de di girtîgehan de 30 girtî hatin qetilkirin. Ev komkujîna sûcên mirovahiyê ne. Îro di doza kumpasê ya Kobanê de ev mesele bêtir xwe derdixe holê. Îro nîşan da ku têkoşîna me ya dîrokî çiqas mafdar e."
 
'Di vê dozê de gel tê darizandin'
 
Halideyê da zanîn di vê dozê de ne kes gel tê darizandin û wiha pê de çû:"Di doza kumpasê ya Kobanê de hemû gel tên darizandin. Loma ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Hevalên ên li vir tên darizandin sûcê mirovahiyê teşhîr kirine. Ev hevalên me ji ber li dijî sûcên mirovahiyê li berxwe didin tên darizandin. Bibîrxistina van komkujiyana di heman demê de hesabpirsîna me ye. Wê li dijî van sûcana têkoşîna me dewam bike."
 
Halideyê di dewamiya axaftina xwe de wiha got:
 
"Gelek caran dema em doza kumpasê Kobanê tînin ziman em vî tiştî dibêjin. Kesên ev doz vekirin, lêpirsîn û dosya vekirin û serokê heyeta dadgehê rêberekî sûc derket. Rêxistina sûc ava kiriye. Ev yek jî nîşan dide ku ev doza ya kumpasê ye. Kesên ev dosye qebûl kirine li dijî mirovahiyê sûc kirine. Kesên Kobanê diparêzin li dijî mirovahiyê sûc nakin. Ew nirxên mirovahiyê diparêzin. Wekheviya gelan diparêzin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Têkoşîna Figenê feyzê dide me
 
Figen Yuksekdag bi têkoşîna xwe ji me re bûye feyz. li girtîgehan bi awayekî nehiqûqî rejîma tecrîdê hatiye avakirin. Hevalên me li dijî vê yekê têkoşîna xwe dewam dikin. Serî natewînin. Di heman demê de îro rojbûna Figen Yuksekdag e. Em dibêjin hem ji bo me hem jî bo Figen Yuksekdag diyariya herî mezin azadî ye."