Ji Nobeda Edaletê peyam: Bila daxwaz bên bicihanîn

  • 09:02 19 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Li Amedê jî weke li gelek bajaran piştî greva birçîbûnê ya li girtîgehan Nobeda Edaletê hat destpêkirin.  Jinan banga tevlîbûna çalakiyê kirin û gotin, "Bila daxwaz bên bichanîn."
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û 33 meh in agahî jê nayê girtin, di 27'ê Mijdarê de girtiyan li girtîgehan di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" de greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dan destpêkirin.  Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, li Amed, Mêrsîn, Edene, Wan û Stenbolê di heman çarçoveyê de Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî bê navber berdewam dikin.
 
'Cîhan bêyî kurdan rizgar nabe'
 
Sema Sûmbûl a ji bo piştgiriyê beşdarî Nobeda Edaletê ya Amedê bû, banga tevlîbûnê li her kesî kir. Sema got, “Ji bo em dengê xwe bilind bikin pêwîste em piştgiriyê bidin hev. Îro dema Kurdan e, cîhan bêyî Kurdan rizgar nabe. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em bi dilê xwe li ge girtiyên li girtîgehan e. Zarokên min jî berê di girtîgehê de bûn. Ji ber wê ez rewşa dayikan baş fam dikim. Yên ku niha di girtîgehê de ne tu ferqa wan ji zarokên min tune ye."
 
'Rêya azadiyê di azadiya kurdan re derbas dibe'
 
Sema ya ku aştiyeke bi rûmet xwest, bal kişand ser tecrîdê. Semayê got, “Eger tecrîd bê rakirin wê ne tenê Kurdistan, hemû cîhan azad bibe. Çavê hemû cîhanê li Kurdistanê ye, ji ber ku Kurd bi sal e li ber xwe didin. Rêya azadiyê di azadiya Kurdan re derbas dibe, hemû cîhan jî vê dizane. Banga min ji her kesî re ev e, hûn çawa serê xwe datînin ser balgiyê? Divê her kes li cem dayikan bisekine û serî netewîne. Bila jinên Amedê rabin ser piyan û bêjin 'Em jî bi we re ne'. Tu kes nikare li hemberî hêza me jinan bisekine.Têkoşîna me heta bi destxistina azadiyê wê bidome."
 
'Bila daxwaz bên bicihanîn'
 
Fevziye Kolakan, dayika Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Hejmara 2’an a Bandirmayê û Mahsun Kolakan ê li Girtîgeha Sîweregê, beşdarî Nobeda Edaletê ya ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan zêdeyî 300 rojî dewam kir bibû jî got, "Bila çalakiya me bibe sedema aştî û azadiyê. Ez hemû kesên li girtîgehê silav dikim. Nizanim zarokên min ketine greva birçîbûnê yan na. Zêdeyî salek e min kurê xwe nedîtiye. Ez nexweş im û ji ber ku pir dûr e ez nikarim biçim gîrtîgehê. Ev mehek e em nikarin telefonê bikin, cezayê ragihandinê hatiye dayîn, lê em nizanin çima. Diviyabû em malba biketa greva birçîbûnê ne kesên di girtîgehê de.  Jixwe di girtîgehê de di nava zehmetiyan de ne. Em dixwazin girtî serbest bên berdan, em dixwazin daxwazên wan bên bicihanîn. bes e."