DEM Partî: 22 hezar kes hatin binçavkirin

  • 14:11 18 Kanûn 2023
  • Ramyarî
ENQERE - Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê da zanîn ku di 11 mehên sala 2023’yan de zarok û gelek rêveberên partiyê jî di nav de 2 hezar û 906 partiyî hatin binçavkirin û 319 kes jî hatin girtin. 
 
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nûray Ozdogan û Ozturk Turkdogan bi daxuyaniyekê rapora êriş û binpêkirinên mafan ên ji sala 2015’an heta niha li dijî endamên partiya wan hatine kirin parve kirin. Daxuyanî li avahiya partiyê hate dayîn û Ozturk Turkdogan rapor xwend. 
 
Ozturk Turkdogan, da zanîn ku êrişên li dijî partiya wan ji daneyên di raporê de hatine destnîşankirin zêdetir in û wiha got: “Tevî van êrişan jî têkoşîna partiya me ya ji bo aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê biisrar didome.” 
 
Ozturk, diyar kir ku di encama operasyonên ji sala 2015’an heta niha yên li dijî partiya wan de herî kêm 22 hezar û 818 partiyî hatine biçavkirin û hevserokên giştî jî di nav de herî kêm 4 hezar û 334 kes jî hatine girtin. Turkdogan, wiha dom kir: “Di navbera çileya 2015’an û 10’ê kanûna 2023’yan de 104 hevserokên me yên bajaran, 201 hevserokên navçeyan û hevserokekê me yê bajarokê hatin girtin. Ji sala 2015’an heta niha hevserokên giştî jî di nav de bi giştî 24 parlamenterên me û 30 endamên MYK’ê hatin girtin.” 
 
Ozturk destnîşan kir ku hêj niha jî 7 parlamenter û 14 endamên MYK’ê girtî ne û parêzbendiyên 15 parlamenteran jî hatine betalkirin. Turkdogan, wiha got: “Kesên ku her carê q ala îradeya gel dikin, dema mijara behsa xeberê dibe îradeya gelê kurd û dostên wan, vê îradeyê nas nakin. 93 hevşaredarên me yên di 30’ê adara 2014’an de hatin hilbijartin hatin girtin, li 95 şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin. Ji 10’ê kanûna 2023’yan ve 27 hevşaredarên DBP’î hêj girtî ne.  Hevalên me yên hevşaredar ên ji sala 2016’an heta niha girtî hene. Îktîdara AKP’ê ku li Kurdistanê vîna gel dihesibîne, piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an dîsa dest bi operasyona tayînkirina qeyûman kir. Ev operasyon di 19’ê tebaxa 2019’an de dîsa dest pê kirin û di nava vê pêvajoyê de 43 hevşaredar hatin girtin û li 48 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Di halê hazir de 17 hevşaredarên me hêj girtî ne.” 
 
Ozturk, wiha domand: “Hêj niha jî 44 hevşaredarên me dîlgirtî ne. Têkildarî îsal ez çendek reqemên din bidim; tenê di nava 11 mehên sala 2023’yan de 72 jê zarok û 60 jê rêveberên bajar û navçeyan, bi giştî 2 hezar û 906 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan 4 jê zarok bi giştî 319 kes hatin girtin. Herî dawî jî hevserokê me li Îzmîrê hatibû girtin. Êrişên fîzîkî yên li dijî partiya me jî di asteke xeternak de ne. 
 
Bi qasî ku me tespît kirine, di navbera salên 2015-2023’yan de li dijî partiya me herî kêm 336 êrişên fîzîkî hatin kirin. Di van êrişan de 2 endamên partiya me jiyana xwe ji dest dan û 76 HDP’î birîndar bûn. Her wiha li dijî partiya me êrişên bombeyî hatin kirin. Di van êrişan de 142 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî hezar hevalên me jî birîndar bûn. Di rapora me de binpêkirinên sal bi sal hatine tespîtkirin. Lê ji sala 2015’an ve yên ku dê ji bîrê neçin ew in ku ji 24’ê tîrmeha 2015’an piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û şer dest pê kirî, bênavber berdewam kirin. 
 
Qedexeyên derketina derve di 16’ê tebaxa 2015’an de dest pê kirin. Qedexeyên derketina kolanan niha jî bi destê waliyan tê domandin ku her 15 rojan carekê biryara qedexeyê radigihînin. Dê komkujiya Gar a Enqereyê ya di sala 2015’an de û Komkujiya Pirsûsê tu caran ji bîra me neçin. 
 
Di sala 2016’an de her wiha hevserokên me yên giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hevalên me yên parlamenter û hevşaredar di encama operasyonên siyasî de hatin binçavkirin û girtin. Êrişên li dijî sivîlan ên sala 2016’an jî berdewam kirin. Êrişên li dijî partiya me jî berdewam kirin. Di sala 2017’an de bûyereke ku tu caran ji bîra mirov neçe qewimî. Êrişa nîjadperest a li dijî cenazeyê dayika Aysel Tugluk, Hatûn Tuglukê ye. Dê ev êriş tu caran ji bîra gelê kurd neçe. Yên ku ev êriş kirin divê ji xwe şerm bikin.” 
 
Ozturk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sala vekirina doza girtinê ya li dijî partiya me ye. Li rexekî doza kompasê li rexa din jî doza girtinê.” 
 
Bi domdarî Ozturk Turkdogan bal kişand ser tiştên li herêmên erdhejê qewimîn û wiha pê de çû: “Çawa ku mudaxileyî kampanyaya me ya malbatên xwişk-bira kiribin, mudaxileyî alîkariyên erdhejê jî kirin. Vî welatî erdhejên Mereşê jiya û zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Diviyabû alîkariyên civakî dewlet bike lê mudaxileyî kampanyayên me yên piştevaniyê kirin û konên me rakirin.
 
Heta ku di mijara pirsgirêka kurd de îktîdar dest bi pêvajoya aştiyê neke dê nekare demokratîk bibe û ji polîtîkaya zextê xelas bibe” û ev tişt anî ziman: “Divê ev welat dev ji polîtîkaya qeyûman berde. Vîna gel divê esas bê girtin. Hûn dê rêzê ji bo vîna gelê kurd bigirin û êdî serî li tayînkirina qeyûman nedin. Bi destê darazê her tim mudaxileyî me tê kirin û divê dev ji vê berdin. Divê ewqas bi qanûnên hilbijartinê neyê lîstin û hewcehî bi qanûna partiyên siyasî heye. Pêdiviya Tirkiyeyê bi azadiya xweîfadekirinê û baweriya bi hiqûqê heye. Bêguman ev pirsgirêk tevek tenê dikarin li ser bingeheke demokratîk bên çareserkirin.” 
  
Hevberdevk Nûray Ozdogan jî got ku dê ne partiya wan ne jî dostên wan bi zextên îktîdarê ji rêya xwe dûr nekevin û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin di nava mercên demokratîk û wekhev de bikevin hilbijartinan. Armanca ji van êrişên li dijî partiya me ew e ku siyaseta wê nekare li ser vê xakê pêş bikeve. Banga me li hemû derdorên demokratîk ew e ku li gel me tevbigerin. Di roja sêşemê de hevseroka me ya berê Fîgen Yuksekdag dê biaxive. Di esasê xwe de ne parastin, dê hinek beyanan bike. Dadgeha eceleyê dike. Weke hûn jî dizanin beriya hilbijartinên giştî mutalaa hatibû eşkerekirin. Niha jî hewl didin beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî biryarekê bidin. Ne şandeya dadgehê lê îradeya siyasî vê dike. Lê tevî her tiştî jî dê têkoşîna gelên me bidome.”