Doza Deniz Poyraz: Wê dosya biçe temyizê

  • 09:57 20 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Parêzer Turkan Aslan Agaç diyar kir ku bi biryara îstinafê, hewla ji bo rêxistina li dû bersûc Onur Gencer derneveke holê dewam dike û got wê dosyaya Deniz Poyraz bibin temyizê.
 
Onur Gencer êrişî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û Deniz Poyraz qetil kiribû. Piştî biryara li dû encama doza derbarê Onur Gencer de hat dayin, malbat û parêzerên Denizê dosya birin Dadgeha Edeliyeya Herêmê ya Îzmîrê. Dadgeha ku dosya lêkolîn kir doz ji esasê red kir. Ji parêzerên dosyayê Turkan Aslan Agaç, têkildarî dosyayê ji ajansa me re axivî. 
 
'Di biryarê de hincet nehatiye avakirin'
 
Turkanê da zanîn li dadgeha herêmî biryar di bin navê 4 serenavan de hatiye girtin û tim îfadeyên heman hatine bikaranîn û got ne pêkan e ku biryar wekî biryareke bi hincet bê nirxandin. Turkanê da zanîn dadgehê negotiye me bêyî hinceta hiqûqî binivîse wan daxwazên me ji esasê de red kirine û got:"Em difikirin ku ji ber bê hincet bû dosya nehatiye lêkolînkirin û loma jî hincet nehatiye avakirin. "
 
'Heman feraset domandin'
 
Turkanê da zanîn ger dosya hatibe lêkolînkirin jî di çarçoveya heqîqet derkeve holê de nehatiye lêkolînkirin û got heman feraset li dadgeha îstinafê jî dewam kiriye. 
 
'Armanca ew e ku kesên bûne sedema vê cinayetê dernekevin holê'
 
Turkanê diyar kir ku wan di daxwaznameya îstinafê de hincetên xwe di bin 22 serenavan de pêşkêş kirine lê belê yek jî nehatiye nirxandin û wiha got:"Di dema lêpirsîn û darizandinê de gelek bêhiqûqî derketin holê. Ev pêvajo bi zaneyî hat meşandin. ger li gor rêgezên adil darizandin hatiba kirin wê demê ew ê heqîqet jî derketa holê. Wê demê jî ew ê derketa holê ku Onur Gencer bi tena serê xwe ev cinayet nekiriye û kesên bûne alîkar wê derketa holê. Ji bo ev dernekeve holê di dema lêpirsînê de delîl nehatin komkirin, delîl hatin veşartin. Di dema darizandinê de jî ji bo heqîqet derkeve holê hewldanek çênebû. Dadgehê hukum ava kir lê belê faliyeta darizandinê neda meşandin. Ya li dadgehê diket ew bû ku faliyeta darizandinê bikira."
 
'Rûniştinên bê parêzer pêk hatin jî wekî hiqûqî hatin hesibandin'
 
Turkanê bi lêv kir ku dadgeh ji bo heqîqet derkeve holê divê delîl kom bikira, li şahidan guhdar bikira û daneyên dîjîtalê ji bilirkişi re bişandaya û wiha dewam kir:"Di du rûniştinê dawî de me negirtin eywanê. Mexdûrên vê dozê malbata Deniz Poyraz, parêzerên wê, rayedarên HDP'ê û xebatkarên çapemeniyê negirtin hundur. Di darizandineke em ne tê de bûn hukum hat avakirin. Sûcên bersûc kiribû kêm anîn ziman û hukuma kêm ava kirin. Em nikarin bêjin pêkan e ku 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê darizandinek kiriye."
 
'Wê bê temyizkirin'
 
Turkanê da zanîn ji bo dernekeve holê ku Onur Gencer ji kê ferman girtiye darizanindek haitye kirin û ev yek li dadgehên bilintir jî hatiye kirin û wiha pê de çû:"Ji ber em vê biryarê hiqûqî nabînin loma jî em ê temyiz bikin. Em ê hincetên temyiza xwe amade bikin û bişînin dagehên edliyeya herêmî. Em hêvî dikin ku dadgeha bilind ji bêhiqûqiyan çavên xwe negire. Em hêvî dikin ku xizmetê bike ku hemû bersûcên vê êrişê derkevin holê. Ger biryareke wiha nede îhtimala êrişên wiha zêde bibin heye. Loma jî ji bo êrişên wiha careke din neyên kirin divê heqîqet derkeve holê. Peywira herî girîng jî dikeve ser milê dadgeha bilind."
 
'Pêwist bike ew ê biçe AÎHM'ê jî'
 
Turkanê da zanîn ku cinayetên bi vî rengî bi tevahî nayên ronîkirin û wiha lê zêde kir:"Darizandina heyî peywira xwe neyne cih. Em hemû şahidên vê yekê ne lê dîsa jî em hêviya xwe winda nakin. Ger Dadgeha Bilind çavên xwe bigire em ê vê dozê bibin Dadgeha Qanûna Bingehîn. Ger em ji wir jî bersivekê negirin em ê vê dozê bibin AÎHM'ê jî."
 
Turkanê da zanîn perçeyekî dosyayê li Dadgeha Qanûna Bingehîn e û got:"Me gotibû Onur Gencer ev sûc bi awayekî rêxistinî kiriye û bi tena serê xwe nekiriye. Me ev bi vî rengî birin Dadgeha Qanûna Bingehîn.
 
Encama dozê
 
Di rûniştina li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin de ji sûcên "kuştina bi zaneyî" muebbeta giran û ji sûcê "zirardayina mal" 4 sal ceza ji bo Onur Gencer hat dayin. Her wiha ji ber sûcê "Îhlalkirina destnedayina cihê kar" 2 ceza û ji ber sûcê Mûxalefeta li dijî Zagona 6136'an jî 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di heman demê de jî 2 hezar TL cezayê pere yê edlî li Onur Gencer hat birîn.