Wêneyên Armitayê li cihê îşkence lê hat kirin, hat daliqandin

  • 16:14 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wênêyên Armita Gravand a hêzên girêdayî Îranê îşkence lê kirin û piştre ket komayê û ev 18 roj in xeber jê nayê girtin, li cihê îşkence lê hat kirin, hat daliqandin.
 
Li îstasyona metroyê ya li Tehrana Îranê hêzên girêdayî Îranê bi hinceta serê xwe negirtiye îşkence li Armita Gravand a diçû dibistanê, kirin. Ev 18 roj in ku tê gotin Armitaya 16 salî di komayê de ye. 
 
Ji 1'ê Cotmehê ye ku Armita di komayê de ye û derbarê tendirustiya wê de agahî nayê girtin. Loma hevalên Armitayê ji bo bertekê nîşanî vê rewşê bidin wêneyên Armitayê li îstasyona metroyê daliqandin.