Eulalia Reguant Cura: Tecrîd li dijî mafê mirovan e

  • 09:09 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Melek Avci - Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama Parlamentoya Katalanyayê û ji Komîsyona Karê Derve ya Namzetiya Yekitiya Populer (CUP) Eulalîa Reguantg Cura got: “Bêguman tecrîd rewşek dijmirovî û di heman demê de li dijî îradeya aştiyê ye. Civaka navneteweyî bi hikûmeta Tirk re dikeve hevkariya suc û mixabin vê pirsgirêkê çareser nake.”
 
Partiya Çep a Kesk di 15’ê cotmehê de 4’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî nav guhert û wek Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) diyar kir. Ji Ewropa, Rojhilata Navîn û Kurdistanê gelek kes û parlamenter tevli bûn. Di kongreyê de bal kişandin ser tecrîdê û peyam hatin dayîn û her wiha ji bo rakirina tecrîdê bang li desthilatdarî û civaka navneteweyî hatin kirin. 
 
Yek ji kesên tevli kongreyê bû Endama Parlamentoya Katalanyayê û ji Komîsyona Karên Derve ya Namzetiya Yekitiya Populer (CUP) Eulalîa Reguantg Cura, pirsên ajansa me bersivandin.
 
*Hûn  tevli kongreya Partiya Çep a Kesk bûn. Wek hun dizanin îsal ji ber doza girtinê li HDP’ê hat vekirin bi Partiya Çep a Kesk çûn hilbijartinan. Niha bi HEDEP’ê wê berdewam bikin. Hûn mudaxaleya li dijî siyasiyan û partiyan çawa dinirxînin?
 
Peyama hêviyê gelek girîng e. Di bin zextan hikûmetê de dayîna vê peyamê û meşandina vê gelek girîng e. Ji ber vê sedemê kongre û peyama hatiye dayîn gelek girîng bû. Ev peyama em demokrasiyê dixwazin, em azadiyê dixwazin û hun çi dikin bikin em dest ji demokrasî û azadiyê bernadin bû.  Gelê Kurd li dijî zextan her tim li berxwe da û têkoşîn meşand. Tevî zextan her tim li ber xwe dan. Doza girtina HDP’ê ne tenê li hember HDP’ê ye  komployek li hember gelê Kurd e. Di kongreye de wê rojê peyama ‘em hîna li vir in’ hat dayîn.”
 
*Wek hûn dizanin ev du sale agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Hûn vê tecrîdê çawa dinirxînin?
 
Tecrîd bêguman rewşek li dijî mafê mirovane. Heman demê de li dijî îradeya aştiyê ye. Ji ber vê jî di asta navneteweyî de divê mirov li dijî hikûmeta Tirk bikevin tevgerê. Divê bi awayekî vê bikin navenda xwe û zextan pêk bînin. Hevkariya civaka navneteweyî ya bi Tirkiyeyê re vê pirsgirêkê çareser nake. Tecrîdkirin û girtina Birêz ocalan pêşî li aştiyê digire.
 
*Rewşa şer a li Rojhilata Navîn li holê ye. Yên herî zêde bi bandor dibin jinin. Der barê vê de hûn çi dibêjin?
 
 Rola jinan a di tevgera Kurd û heman demê de li Fîlîstanê gelek girînge. Li dijî hêza serdest ya mêr li dijî hêza dewletên mezin û sermaye û kapîtalîzmê peyamekê didin. Ji ber vê jî ger ku jin di navendê de cih bigirin ev di heman demê de riya destpêkirina civakek cudaye.
 
*Îro li hember Rojava ku bi pêşengiya jinê hatiye avakirin ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş pêk tên? Hûn çi difikirin?
 
Tirkiye ji pergala li Rojava hatiye avakirin ditirse. Ji ber vê naskirina rêveberiya li Rojava evqas girînge. Ez li Katalanyayê cih digirim û Parlamentoya Katalanyayê vê rêveberiyê nas dike, yekane parlamentoya cîhanê ya ku rêveberiya Rojava nas dike ye.  Sedema êrîşên hikûmeta Tirkiyeyê ya li hember Rojava eve ku pergala hatiye avakirinê ye. 
 
*Ji bo aştiya Rojhilata Navîn çareserî û rêbaz çi ne?
 
Ev pirsek zehmete. Lê divê mafê hemû gelên Rojhilata Navîn bê nasîn. Tiştên demên dawî de li Fîlîstînê tên jiyîn û di alî dîrokî de jî em li vir li Tirkiye, li Sûriyeyê têkiliya wan ya bi Kurdan re dibînin. Ya girîng eve ku mirov xwediyê demokrasiyê bin. Tenê hevîtin têr nakin. Lê ya ewil aştî û demokrasiye. Divê em bizanibin ku em xwedî vî mafî ne. divê em li mafên xwe û tayînkirina qedera xwe haydar bin. Divê bingeheke rêxistinkirî ya têkoşîna ji bo parastinê ya gelan her tim hebe. Ji ber yekane riya em bigihêjin hedefên xwe ev e.