Li dijî êrişan kampanya hat destpêkirin

  • 09:04 19 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Berdevka Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hourshan Husseîn der barê kampanyaya navneteweyî ya li dijî êrişên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin de axivî û got: “Em dizanin ku hêza guhertinê û sekinandinê ya êrişan heye. Heta niha ji ber dengê rayagiştî ne bi bandor bû êriş nesekinin. Em banga tevlibûnê li hemû aliyan dikin ku kampanya  mirovahiyê îmze bikin.”
 
Ji 4’ê Cotmehê de ye Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişan pêk û êrîş ketin hefteya duyemîn. Di bomebaranên hatin kirin de qadên jiyanê, çavkaniyên avê, navendên xizmetê ceyran hedef hatin girtin. Di 7’ê Cotmehê de Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Banga çalakiya lezgîn: Li dijî mirovahiyê şer rawestînin’ kampanya li dijî êrişan da destpêkirin. Kampanya bi zimanê Îngîlîzî, Portekîz û Îspanyolî hat destpêkirin ji gelek welatan piştgirî hat dayîn.
 
Berdevka Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nourshan Husseîn der barê kampanyayê de axivî.
 
‘Planek çavsor di dewrê de ye’
 
Nourshan da zanîn ku ji 4’ê Cotmehê de ye bi balafir û SÎHA’yan êriş tê kirin û got: “Tirkiye bi awayekî çavsor hem sivîl û bingeha bajar hedef digire. Operasyona tê kirin dij ahlaq û mirovahiye. Tirkiyeyê di daxuyaniya ku dabû de îtîraf kir ku ceyran, çavkaniyên enerjiye, av gaz û binesaziyên bajar hedef digirin. Armanca êrîşan jiyana sivîlane. Ji Şehba heta Dêrikê hemû bajaran zirar dît. Planek qirkirinê ya çavsor dewrê de ye.”
 
‘Ev êdî jenosîd e’
 
Nourshan daxuyakirin ku di êrişa li dijî asayîşê de 29 peywirdarên asayîşê jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Bi êrişan armanc dikin ku herêmê vala bikin. Dixwazin her tiştê ku rêveberiya xweser bi zor û zehmet ava kirine texrî bikin. Êrîş hîna didomin. Ne 4’ê cotmehê bi salane Tirkiye êriş dike. Ji şoreşa Rojava heta niha ji 2011’ê heta niha Tirkiye êriş dike.”
 
‘Me xwest em bertekan bidin nîşandan’
 
Nourshan destnîşan kir ku dewletên navneteweyî êrişên Tirkiyeyê ji nedîtîve tê û wiha bi lêv kir: “Gelan bi awayekî bertekên xwe nîşan dan. Me xwest em van bertekan derxin holê. Ji ber vê me ev kampanya da destpêkirin. Me xwest em bi vê kampanyayê bvertekên li dijî êrişan tên nîşan dan ji Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) re îspat bikin.”
 
‘Kampanya me mezin bû’
 
Nourshan anî ziman ku kampanya di 7’ê Cotmehê de dane destpêkirin û demek kurt de kampanya mezin bûye û ne tenê bi Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştgiriya rêxistinên Latîn Amerîkayê kampanya dane destpêkirin. Nourshan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kampanya me mezin bû. di 72 saetan de ji aliyê 250 kes û saziyî ve hat îmzekirin. Piştî demekê Tirkiyeyê li ser çapemeniya civakî êriş kir. Me dîsa da destpêkirin. Roja bidawîbûna kampanyayê ne diyare. Ji Latîn Amerîka, Hîndîstan, Çîn, Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê îmze hene. 
 
‘Ji ber deng dernakeve êriş nasekinin’
 
Nourshan  di berdewamiyê de der barê bandora kampanyayê de wiha anî ziman: “Di nav saetan de kampanya me deng da. Ev rewşeke ku moral dide ye. Piştgiriya ji bo kampanyayê nîşan da ku em ne tenê ne.Gelek sazî û kesên demokras ligel me ne. Me jî vê wesîleyê dengê xwe da bihistin. Ji ber deng dernakeve êriş nasekinin.”
 
Nourshan di dawiya axaftina xwe de li dijî êrişan bang li hemû aliyan kir û wiha got: “Em dizanin ku hêza guhertinê û sekinandinê ya êrişan heye. Heta niha ji ber dengê rayagiştî ne bi bandor bû êriş nesekinin. Em banga tevlibûnê li hemû aliyan dikin ku kampanya  mirovahiyê îmze bikin. Em bang li hemû saziyên NY’ê dikin ku li dijî êrişan bêdeng nemînin.”