Valentina Skafar: Heta têkoşîna jinan tunebe şoreşek rastîn jî nabe

  • 09:19 18 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
Melek Avci-Dilan Babat
 
ENQERE - Ji Koma Partiya Çep a Ewropayê Valentîna Skafar kongreya Partiya Çep a Kesk, têkoşîna gelê Kurd û şerê li Rojhilata Navîn nirxand û wiha bal kişand ser rola jinan û  got: “Di vê tabloya global de rola jinan gelek girîng e. Di têkoşîna Kurdan de bi taybet rola jinên Kurd gelek girîng e. Ez dikarim vê bêjim bêyî wan tu şoreş pêk nayê. Bêyî têkoşîna jinan şoreşek rastîn ne pêkan e.”
 
Partiya Çep a Kesk di 15’ê cotmehê de 4’emîn kongreya xwe ya mezin pêk anî, nav guhert û wek Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) diyar kir. Ji Ewropa, Rojhilata Navîn û Kurdistanê gelek kes û parlamenter tevli bûn.
 
Sekretera Koma Partiya Çep a Ewropayê Valentîna Skafar pirsên JINNEWS’ê nirxand.
 
*Hûn jî tevli kongreya Partiya Çep a Kesk bûn. Di bin evqas zextên hikûmetê de pêkhatina kongreyê hûn çawa dinirxînin?
 
Ez ji bo vexwendiyê û hemû kar û barên we spas dikim. Ev tiştekî gelek bi heybet bû. Ez cara yekem hatim kongreya partiya Çep a Kesk. Ev ji bo min rûmetî û serbilindî ye. Ez li ser navê Sekreterya Siyasî ya Partiya Çep a Ewropayê li vir im. Em he rtim ligel têkoşîna Kurd in. Ez dixwazim bi taybet ji ber vê hest û çavdêriyên xwe bînim ziman. Tevî hemû astengiyan bi enerjiyek mezin mirov hatin gel hev. Ji min re gotin ji bo dîtina cih a ji bo kongreyê gelek hewl dane. Astengkirina vê bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Lê tevî vê min enerjiyek pir mezin dît. Li baxçe jinan lîrandin, govend gerandin. Ev enerjiyeke gelek pozîtîf bû. Ez têkoşîn û serkeftina van mirovan pîroz dikim. Demokrasî tê binpêkirin. Mirov tên girtin. Lê li dijî vê têkoşîn didome. Ez wan carek din pîroz dikim.
 
*Li aliyê din jî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re du sal in tên astengkirin. Hûn vê tecrîdê çawa dinirxînin?
 
Tecrîd mînakek cuda ya zilmê ya li ser siyasetmedarên Kurd û hemû Tirkiyeyê tê meşandinê ye. Bi qasî tê bîra min Tirkiyeyê jî îmze avêtiye ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Lê li aliyê din jî tiştên pêwist nayne cih, sûc dike. Yanî hevdîtina girtiyan a bi malbatê re  û parastin standardên hiqûqa navneteweyî ye. Berovajî vê binpêkirina maf e. Em wek Partiya Çep a Ewropayê vê wek dijhiqûqî dibînin. Li welatekî demokratîk, divê li dijî mafên siyasî û muxalefeta demokratîk rêzdarî hebe. Ev nayê qebûlkirin û ez vê dibêjim ku Partiya Çep a Ewropayê ji bo berdana girtiyên siyasî bi awayekî xurt piştgiriyê dide têkoşînê. Birêz Ocalan girtiyekî siyasî ye. Di demek nêz de kampanyayek ji bo Birêz Ocalan hat destpêkirin. Çend roj berê. Me jî piştgirî da vê kampanyayê.
 
*Girêdayî tecrîdê şerê li Rojhilata Navîn li holê ye. Herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Em dîmeman dibînin. Di vê mijarê de nêrîna we çiye?
 
Ev bi rastî mirovan gelek xemgîn dike. Niha li Fîlîstînê li Rojava û li cihên din pevçûnên dijwar hene. Tişta em dibînin ev e ku pergala kapîtalîst a neo-lîberal hemû nirxên mirovahiyê binpê dike. Kezeba mirovan parçe dibe. Êdî eleqeya vê bi îdeolojiyê tune ye. Ev mijara mirovahiyê ye. Em çi dibînin çi dikin û bi rastî çi dixwazin. Nirxên divê em li gorî wê tevbigerin hene. Di vê tabloya global de rola jinan girîng e û bi taybet jî di têkoşîna Kurdan de têkoşîna jinên Kurd gelek girîng e. Em gelek tiştî dikarin ji aktîvîstên têkoşer ên jinên Kurd hîn bibin. Tiştên ez behsa wan dikim nirxên mirovahiyê yên ji bo wan têkoşîn tê dayîn e. Ji ber vê ez li hember hemû jinan rêzdar im. Bê têkoşîna jinan şoreşek rastîn ne pêkan e.
 
*Ji bo pêkhatina aştiyê rêbaz û çareserî li gorî we çiye?
 
Ev pirs girîng e. Beriya her tiştî rawestandina şer e. Divê demildest agirbest bê îlanikrin û muzakere dest pê bikin. Ya herî girîng jî Yekitiya Ewropa vê çawa digire dest. Divê ez bêjim Yekitiya Ewropayê li dijî vî şerî yekalî ye. Şerê Fîlîstîn-Israîlê şermezar dike lê piştgiriyê dide Israîlê. Niha jî ji ber tiştên ku Hamasê kiriye sîvîlên Gazeyê ceza dikin. Çi dibe bila bibe kîjan alî dibe bila bibe ez her cureyê êrîşê şermezar dikim. Wek Partiya Çep a Ewropayê esasa me ev e ku Fîlîstîn wek dewlet bê nasîn. Şerê tê jiyîn bi rastî bi xof e. 
 
*Herî dawî peyama we çiye?
 
Ez vê bêjim. Wek Partiya Çep a Ewropayê em bi we re di nava piştevaniyê de ne. Ez dixwazim bêjim ku hûn dikarin bi me bawer bin, hûn bizanibin ku hûn ne bi tenê ne û em heman têkoşînê didin. Yanî ya aşkera ev e ku dijminên me wek hev in û encax em bi yekitiyê dikarin edaletê pêk bînin û pirsgirêkan çareser bikin. Em dikarin hemû mirovahiyê bînin gel hev û bi awayekî xurt ligel hev bisekinin.