‘Pergala hevserokatiyê wek tehdîd dibîne’

  • 09:06 18 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak balkişand ser armanca tayînkirina qeyûman û girîngiya rêveberiyên xweser û wiha got: “Pergala hevserokatiyê wek tehdîd dibîne. Modela rêveberiyên herêmî ya hemû nasnameyan dihewîne hedef tê girtin."
 
Di siyasetê de pergala hevserokatiyê bi Partiya Civaka Demokratîk (DTP) yekem car pêk hat. Hevserokên DTP’a di 2005’an de hat avakirin Aysel Tugluk û Ahmet Turk bûn. Pergala hevserokatiyê jî di encama têkoşîna jinan de di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de pêk hat. Pergala hevserokatiyê di ‘Pêvajoya çareseriyê’ ya di 2013’yan de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de di çarçoveya ‘pakêta demokratîkbûnê de’ ya serokomar Erdogan deklere kir de bi awayekî fermî hat qebûlkirin. Pergala hevserokatiyê ya ku siyaseta Kurd jê re pêşengî kir ji bo partiyên siyasî yên din re û rêxistinên civaka sivîl re bû îlham. Her çiqas desthilatdarî vê pergalê wek xetere bibîne jî civakê ev pergal erê kir. 
 
Hevşaredara Farqînê ya ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, Naşîde Toprak der barê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê û pirsgirêkên derketine holê de nirxandin kir.
 
Modeleke ku hemû nasnameyan dihewîne
 
Naşîdeyê da zanîn ku AKP alavên zextê yên wekê îxrac, ji kar avêtin, tayînkirina qeyûman, êrişên li hember çand û zima nû jinan bikar tîne û wiha dirêjî dayê: “Di 2016’an de piştî qeyûmên tayînê şaredariyên DBP’ê bûn şûnde AKP’ê heman hevşaredar jî girtin. Beriya qeyûman, li Kurditsanê polîtîkaya rêveberiyên herêmî ya ku hemû çand û nasname dihewand dihat şopandin. Ev pergal wek pergaleke ku hemû kesî hemû aliyan xwe bi awayekî azad îfade dikir, dihat hûnandin.”
 
‘Hevserokatî ji bo wan tehdîde’
 
Naşîdeyê destnîşan kir ku hemû aliyên bindest bi pergala hevserokatiyê xwe rêxistin dikin û bi vê pergalê civakek ku dikare xwe îfade bike derketiye holê. Naşîdeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber vê pergal ji hevserokatiyê tirsiyan. Wek tehdîd dît. Zîhniyeta serdest serî li êrîşan da. Ji 2014’an heta niha tûndî û êriş her çûn zêde bûn. Desthilatdariyê ewil êrişê pir zimaniyê kir. Tabelayên Kurdî daxistin. Saziyên jinan tune kirin. Midûriyetên jinan daîreyên polîtîkayên jinan rakirin û mêr tayînirin.”
 
‘Dema me de jin bi rehetî diçû şaredariyan’
 
Naşîdeyê destnîşan kir ku desthilatariyê şaredarî veguhertine qada mêr a zîhniyeta serdest û ev tişt bi lêv kir: “Lê bi pergala hevserokatiyê me ev nêrîn û pêşdaraz şikandin. Wê demê jin bi rehetî diçûn şaredariyan. Jinan pirsgirêkên xwe bi rehetî dianîn ziman. Dema ez şaredar bûm nêzî 40-50 zarok ji dibistanê hatin û gotin em sahaya gogê diwazin. Daxwaza xwe anîn ziman. Bi vî awayî me dît ku rêxistinbûn heta zarokan jî daketiye. Zarokan bi komî hatin û daxwaza xwe bi rehetî îfade kirin. Ev tiştekî gelek xweş û bi hêvî bû.  Bandora jiyana nû li hemû civakê kiribû.”
 
‘Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin’
 
Naşîdeyê balkişand ser hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an û got ji niha de dest bi xebatan kirine û wiha dawî lê anî: “Di serî dem jin pêşengên vê hilbijartinê ne. Em jin wê xwe rêxistin bikin û  bi nûneriya wekhev biçin hilbijartinan. Em ê bi pêşengiya jinan bi gelê xwe re xebatên xwe bimeşînin û dawî li polîtîkayên qeyûm bînin. em ê xwedî li îradeya xwe derkevin.”