Bertekên li dijî êrişan: Yên xwedî wijdan bin divê li dij derkevin

  • 09:10 17 Cotmeh 2023
  • Rojane
Rabia Onver
 
COLEMÊRG - Jinên bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, anîn ziman dema mijar êrişên li ser kurdan be wê demê cîhan vê yekê ji nedîtî ve tê û gotin:"Her kesên xwedî wijdan divê li dijî êrişan derkevin."
 
Li Enqereyê piştî çalakî li dijî Muduriyeta Giştî ya Emniyetê pêk hat şûnde, li dijî Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê êrişên Tirkiyeyê pêk hatin. Bi balafirên şer, Balafirên Bêmirov, topan êriş li ser tesîsên petrol, ceyran û avê hatin kirin. Her wiha qadên xizmeta civakî, dibistan, nexweşxane bûn hedef. Bêdengiya li cîhanê ya li dijî êrişan jî dewam dike. 
 
Dayikên Şemiyê yên li Gevera Colemêrgê, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn. 
 
'Kes vî şerî nabînin'
 
Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi, êrişên li dijî kurdan şermezar kir û wiha got:"Divê şer û mirin demildest bi dawî bibin. Sîvîl, jin û zarok tên kuştin. Çi heqê wan heye, kurdan ji axa wan derdixin ? Çima kes vî şerî nabîne, çima her kes bêdeng e ? Cîhan ji bo şerê di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de, bi dawî bibe deng derdixe çima ji bo kurdan deng dernaxin ? Çima kesek ji bo komkujiyên tên kirin dengê xwe dernaxe ? Ji bo her kesên xwedî wijdan bang dikim; Bila ji bo Rojava rabin ser piyan, ji bo kes nemire bila rabin ser piyan. "
 
'Ji bo kesek nemire bila her kes gavê biavêjin'
 
Dayika Aştiyê Fatma Temel da zanîn her êrişa tê kirin dilê Dayikên Aştiyê dişewitîne û wiha pê de çû:"Gelek kesî jiyana xwe ji dest dan, em hemû kesên dibin sedema vî tiştî lanet dikin. Çima ji bo şerê li Îsraîl û Fîlîstînê xemgîn dibin lê belê çima ji bo Rojava bêdeng in û nabînin? Bi bombe û çekên kîmyewî êrişî kurdan dikin, av û ceyranê dibirin, lê kes vêya nabîne. Çimkî mijara gotinê kurd in. Ez bang li hemû welatan dikim; Çav û guhên xwe yên we ji bo kurdan girtine, vekin. Ji bo ev şer bi dawî bibe hûn jî destên xwe têxin binê kevir. Ji bo kesek nemire bila her kes gavê biavêjin."
 
'Tenê kurdek jî bimîne, em dev ji têkoşînê bernade'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halime Sure, bi lêv kir niha şerekî dijwar diqewime û wiha lê zêde kir:"Dema mijar dibe kurd herkes bêdeng e. Ji bo şer bisekine divê demildest gavek bê avêtin. Ev şerekî yekalî ye, ji kurdan çi dixwazin ? Her tim cihên kurd lê ne li wir şer didomînin. Dema mijar dibe kurd herkes çav û guhên xwe digirin. Divê di vî şerî de her kes destên xwe daynin ser wijdanê xwe û deng derxe. Divê her kes li dijî vî şerê li hember kurdan hatiye destpêkirin, bibe bersiv. Bêdengî mirin e, hûn ê heta kengî bêdeng bin ? Em li dijî şer û kuştina mirovan e. Loma bila ev şer bisekine. Bila ev xwîn bisekine. Ji bo kurd biqedin şer dikin lê belê tenê kurdek jî bimîne em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Divê kesek li dijî êrişan bêdeng nemîne'
 
Rêvebira ÎHD'ê ya Colemêrgê Pinar Şen Zengin, da zanîn bi şerê di demên dawî de mirov gelekî bi bandor bûne û wiha got:"Niha li ser Rojava êrişên mezin û zêde hene. Divê em wekî gelê kurd li dijî êrişên li ser kurdan bêdeng nemînin. Mafê tendirustiyê hatiye binpêkirin, mafê ceyran, avê ji destên mirovan tên girtin. Êrişên ji hewayî û bejahî bandoreke mezin li ser mirovan dike. Lê em tenê behsa gelên Îsraîl û Fîlîstînê dikin. Bandorên vî şerî yên li ser zarok û jinan bi xof in. Ji bo şer bi dawî bibin em dixwazin kurd bibin hêza hevpar."