Rojeva sereke ya ciwanan têkbirîna tecrîdê ye

  • 09:08 17 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn - Elfazî Toral
 
ENQERE - Ciwanên beşdarî kongreya Partiya Çep a Kesk bûn diyar kirin ku di pêvajoya nû de mijara sereke ya ku divê li ser bê sekinandin têkbirîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û bi gotina "Partiya me pêşeroja me ye. Nasname û hebûna me ye" banga têkoşînê kirin.
 
Partiya Çep a Kesk, bi dirûşma "Ji bo Azadiyê" li Salona Sporê ya Ataturk a Enqereyê 4'emîn Kongreya xwe ya Mezin li dar xist û weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) rêya xwe didomîne. Ruhê ciwanan ê ku ji roja ewil a têkoşîna azadî û demokrasiyê ve kêm nebûye di vê kongreyê de xwe derxistiye holê. Girîngiya têkoşîna li dijî hemû zext, girtin û polîtîkayên şerê taybet derket pêş.
 
Ciwanên ku tevlî kongreyê bûn ji ajansa me JINNEWS’e re axivîn. 
 
'Mijara sereke tecrîd e'
 
Bêrîtan Tasman, daxuyand ku xwedî li derketina ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê girîng e û got: "Partiya ku em li xwedî derdikevin pêşeroja me ye, çand û hebûna me ye. Bingeha partiyê ji hêla ciwanan ve hatiye avakirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê hilweşandinek mezin heye û pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Ji ber vê sedemê bi taybetî divê jin û ciwan xwedî li partiyê derkevin. Di vê pêvajoyê de mijara sereke tecrîd e. Ji ber ku tecrîd ne tenê li hemberî Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, li hemberî hemû gelan tê meşandin. Ji ber vê jî divê jin û ciwan xwedî li vê têkoşînê derkevin."
 
Tulay Çetînkaya, diyar kir ku ji ber ku kurd e û xwe bêtir nêzî HEDEP'ê dibîne û wiha bi lêv kir: "Ev partî girîngiyê dide ciwanan. Ev partî xwedî li azadiyê ye. Her wiha divê partiya nû bêtir cih bide polîtîkayên jinan."
 
'Di dibistanan de erebî tê axaftin lê...'
 
Şîrvan Sakalli, tevlîbûna xwe ya kongrê wiha anî ziman: "Niha li hemberî Gelê Kurd tecrîdek heye, mafên girtiyan tê binpêkirin. Em li vir xwedî li têkoşîna hevalên xwe yên girtî derdikevin. Em ji bo azadiya xwe û azadiya kurdan li  vir in. Her wiha em ji bo mafê jinan li vir in. Em ji bo têkbirîna tecrîdê li vir in. Em daxwaz dikin ku hevlên me yên girtî bên berdan. Em piştevaniya têkoşîna hevalên xwe yên girtî dikin. Ji bo azadiya hevalên xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Her wiha ji bo zokên kurd bi zimanê xwe perwerde bibin em li vir in. Kurdî li dibistanan hatiye qedexekirin lê erebî di dibistanan de tê bikaranîn. Em ê ji bo perwerde bi zimanê kurdî têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'Dê bi têkoşîna ciwanan partiya xwe mezin bikin'
 
Sedanûr Aydin, hêj di temenê biçûk de di nav partiyên siyasî de cih girtiye û wiha nêrînên xwe tîne ziman: "Daxwaza me azadî û aştî ye. Em ji bo hevalên xwe yên girtî hatin li vir. Em daxwaza azadiya wan dikin. Bi milyonan kes daxwaza azadî û aştiyê dikin, ji bo parastina mafê xwe li vir in. Partiya ku parastina mafê jinan dike HDP ye. Li cem jinan cih digire û ji bo jinan têdikoşe. Niha jiyana ciwanan xilas bûye, nikarin bixwînin ji ber ku qeyraneke aboriyê heye. Welatî nikarin debara xwe bikin. Em li dijî serdestiya mêr in. Em jin alîgirê aştiyê ne. Dê bi têkoşîna ciwanan ev partî mezin bibe."
 
'Em ciwan dê li dijî êrişan bibin yek'
 
Nazlican Bayram jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya partiyê: "Ciwan dê partiya xwe mezin bike. Tirkiyeya ku ji bo Fîlîstînê deng dike lê êrişê li Rojava dike. Ev tişt nîjadperestiye. Gelo fîlîstî misilman e, kurd ne misilman e. Tirkiye bi êrişên Rojava re dixwaze kurdan bêdeng bike. Li Rojava jî jin, zarok, pîr û kal jiyana xwe ji dest didin, li Filîstînê jî zarok jiyana xwe ji dest didin. Ji bo kesên ku li Rojava jiyana xwe ji dest didin kesek deng nake. Lê em wek jin dê bibin yek û li dijî her cureyên êrişan dengê xwe bilind bikin." 
 
Hêlîn Akali, da zanîn ku alîgirê jiyana wekhev û azad in û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jiyana azad bi jina azad re mumkun e. Dê ji bo vê yekê jî têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî polîtîkayên dewletê ya li hemberî Gelê Kurd li vir in. Dê li dijî her zilma li hemberî kurdan têkoşîna xwe bidomînin."