‘Bêdengiya li dijî êrîşan nayê qebûlkirin’

  • 09:03 16 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ENEQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Gulîstan Kiliç Koçyîgît êrîşên li dijî Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê û bêdengiya li dijî êrîşan nirxand û got: “Divê hêzê koalisyon û navnetweyî pêşî li bombeyan bigirin.  Kurdan li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin da. Cîhan deyndarê Kurdane.”
 
Di 1’ê cotmehê de li Enqereyê li hember wezareta karê hundir çalakiya bombeyi pêk hat. Piştî çalakiyê Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dan destpêkirin.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê êrîşên ku qadên jiyanê hedef digirin de nirxandin kir.
 
Ji bo Erdoganê ji bo Fîlîtînê dibêje ‘ka mirovahî’: Li Rojava ka mirovahî
 
Gulîsanê da zanîn ku siyaseta Tirkiyeyê dûrû ye û  wiha got: “Piştî çalakiya li dijî wezareta karê hundir şûnde li êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirin. Bi F 16’yan li Rojava nexweşxane, tesîstên ceyranê, bendavên avê, sîloyê ngenim, dibistan û gund bombebaran kirin. Piştre Hamasê  li hember Israîlê êrîş pêk anî. Li wir li dijî sîvîlan sûcên cidî hatin kirin. Bi taybet li hember jinan. Dema em êrîşên Tirkiyeyê û Israîlê tînin gel hev tiştekî ji hev cuda tuneye. Lê Erdoran hewl de dersa mirovahiyê bide. Ev nayê qebûlkirin. Erdogan dibêje ‘ka mirovahî’. Em jî heman tiştî dipirsin; Hun jî hemû qadên jiyanê ya Rojava bombebaran dikin. Ka mirovahî li ku ye?”
 
‘Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin’
 
Gulîstanê diyar kir ku gotinên Tirkiyeyê yên der barê Fîlîstînê de û êrîşên li hember Rojava bêsamimiyetî ne û wiha bi lêv kir: “AKP û Erdogan hisûmetê dikin. Yek ji mutefîkên herîmê yê mezin yê Israîlê  hikûmeta AKP’ê ye. Hem pê re li hev dike  hem bazirganiyê dike. Li aliyê din jî li ber çavên rayagiştî ji bo Fîlîstanê digîrî. Ev nêzîkatiye nelihev nayê qebûlkirin.”
 
‘NY hikûqûqa xwe naparêze’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku Tirkiye bi hemû hêza xwe destkeftiyên Rojava hedef digire, çalakiya Enqereyê kirine hincet û ev nirxandi kir: “Li hember Mexmurê jî êrîş pêk tên. Mexmur kampeke di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye. Dijminahiya AKP’ê ya li hember wir naqede. Bi destê PDK’ê ambargoyê li wir pêk tînin.  Nahêlin mirovên wir biçin bixebitin, biçin dan û standinê, biçin nexweşxane û dermanên xwe bigirin. Bi hiqûqa dijminahiğyê nêz dibin û bombebaran dikin. Di tezkereyên li meclîsê hatin kirin de  di çarçoveya NY’ê de   li Tirkiye, li Lîbya û Rojhilata Navîn leşker bicih kirin bû. Tirkiyeyek li aliyekî bi NY’ê re kar dike li aliyê din jî çekan didin hêzên çekdarî yên di uhdeya NY’ê de hatine vakirin. Li aliyê din jî kampa di bin ewlehiya NY’ê de bombebaran dike. NY van nêzîkatiyan ji nedîtîve tê û hiqûqa xwe naparêze. Em Kurd van qebûl nakin.”
 
 ‘Hêzên navneteweyî ji bo Tirkiyeyê tiştekî nakin’
 
Gulîstanê êrîşên li hember Rojava jî nirxand û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em êrîşên li hember Rojava bi fikar temaşe dikin. Ev rewş di qada navneteweyî de tu tiştekî îfade nake.  Li hemberî pêkanînên Tirkiyeyê tu tiştekî nakin.  Erdnîgarî tê telankirin û OSO'yî lê tên bicih kirin. Lê em bang dikin ku divê hêzên navneteweyî pêşî li bombebarankirina Rojava bigirin. Her wiha îro em dinêrin her kes hinek aliyên Kurd ji bo Fîlîstînê dadikevin qadan. Lê Rojava tê bombebarankirin û kes deng nake. Gelo ev e Kurd bûn e. Divê em li dijî êrîşan demildest rabin ser piyan.”