Hevseroka HEDEP'ê Tulay: Divê azadiya birêz Ocalan pêk bê

  • 13:20 15 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - 4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Çep a Kesk bi coş didome. Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tûlay Hatîmoglûllarî got, “Em dixwazin birçîbûn bi dawî bibe, şer bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê tecrîda Îmraliyê ji holê bê rakirin. "Birêz Ocalan ku 25 sal in di tecrîda mutleq de tê ragirtin û 32 meh in agahî jê nayê girtin, divê di zûtirîn dem de azad bibe."
 
4'emîn Kongreya Mezin a Partiya Çep a  Kesk bi şîara "Dîsa ji bo azadiyê / Ji Bo Azadiyê" li Salona Sporê ya Ataturkê dewam dike. navê partiyê bû HEDEP û Tulay Hatîmoglullari Oruç û Tuncer Bakirhan bûn hevserokên partiyê. Piştî hilbijartina hevsoerokan Tulay axaftinek kir.
 
Namzeta Hevserokatiya Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari Oruç ku axaftina xwe ya ewl kir, beşdarên kongreyê bi zimanên kurdî û erebî silav kir û wiha got: “Şaristaniya kapîtalîst li her devera cîhanê di nava krîzê de ye. Ji bo ku dewlemendiya cîhanê ji bo hejmareke kêm a dewlemendan bê pêşkeşkirin, xetereya tunebûnê bi milyaran însanan û xwezayê tê ferzkirin. Modernîteya kapîtalîst ji bo krîza xwe ya aborî û siyasî çareser bike jî kesên nîjadperest, baviksalar, rastgir û hêzên siyasî yên faşîst dike îktîdar. Îktîdara Erdogan a li Tirkiyeyê û rejîma wî ya otorîter jî li ser vê pêla faşîst a kûrewî ava dibe.
 
Sedema ku gelemperiya hêzên kûrewî û sermayedaran di hilbijartina dawî de piştgirî dayî Erdogan jî ev e. Di krîza aborî ya roj bi roj girantir dibe de dewlemend her ku diçe bêhtir dewlemend dibin û para karker, kedkar û xizanan jî dibe birçîtî, hejarî û feqîrtî. 
 
Îqtîdarê afet veguherand kerasetê
 
Ez kesên bênavber bi têkoşîna xwe xwedî li hewaya me, ava me, xaka me xwedî derdikevin silav dikim. Em erdhejên pir mezin jiyan. Heke gotin di cih de bajar hilweşiyan. Lê îktîdarê afet veguherand karesatê. Bi dehhezaran kesên di bin kavilan de û alîkarî dixwestin jiyana xwe ji dest dan. Ez hemû canên me yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn silav dikim. Ev îktîdar, îktîdara karesatan e.Tirkiye û Kurdistan veguherandin girtîgehên servekirî. Daraza îktîdarê bi kompas û dozên qirkirina siyasî re veguheriye mekanîzmayeke ku bêedaletiyê hildiberîne.” 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari girtiyên siyasî silav kir. Hatîmogîllari got ku dîroka têkoşînê ya Tirkiye û Kurdistanê bi rûpelên pêşengtiya tevgerên ciwanên şoreşger, sosyalîst û welatparêz tije ye û wiha dom kir: “Li dijî rejîma faşîst û ji bo pêşeroja demokratîk û azad, hewceye em li gorî ruhê sosyalîzma Sedsala 21’emîn û ruhê şoreşger-welatparêz têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
Em ê ji wan hesap bipirsin 
 
Îktîdar tehemûla destkeftiyeke herî biçûk a jinan nake. Ji bo tunekirina van destkeftiyan tişta ku ji dest tê dike. Pergala me ya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev hedef digire, saziyên jinan digire, Peymana Stenbolê betal dike û mafê me yê nefeqeyê xesp dike. Em van sepanan qebûl nakin. Em ê bibin yek û li dijî vê dijminatiya li hemberî jinan û siyaseta nefretê têkoşîneke hevpar bidin. Bêguman em ê hesaba hemû jinên ji hêla zilaman ve hatine qetilkirin yek bi yek bipirsin. 
 
 
 
 
Soza me ye 
 
Rojhilata Navîn, di nava xeleka agir de ye. Gelên bi sedsalane di bin zexta emperyalîzmê de, êşên giran dikişînin. Bi qasî petrola tê derxistin jî xwîna mirovan hate rijandin. Ev erdnîgarî di heman demê de warê berxwedanên biheybet e. Têkoşîna gelê kurd a li Rojava li gel gelê ereb û bi gelên din re li dijî DAIŞ’ê meşandî gelek bi wate ye. Israra AKP’ê ya dijminatiya kurdan de û israra wê ya êrişên leşkerî ya li dijî Rojava û Başûr, herêmê veguherandiye gola xwînê. Qadên sivîlan tên bombebarankirin û AKP sûcê şer dike. Divê tavilê dev ji vê berdin. Di hizûra bi dehhezaran kesan de banga me ya ji bo ereban ev e; Rêya aramî û aştiya li Rojhilata Navîn, çareserkirina pirsgirêka kurd û Filistînê ye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, divê her kes berpirsyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne.  
 
Pirsgirêka kurd ya me tevan e
 
Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka tirkan, ereban û me tevan e. Bûdçeya ji bo top, gule û şerê taybet tê veqetandin, tevek jî pariyê nanê gel biçûk dike. Krîza aborî mezintir bûye û xelk êdî nanekî peyda nake ku bibe mala xwe. Sedema vê jî pergala sermayeyê û şerê ji bo pêşîlêgirtina mafên gelê kurd e. 
 
Divê Ocalan azad bibe
 
Ji bo avakirina aştiyê, hewceye em rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ji holê rakin. Mezintirîn astengiya li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd, tecrîda li ser birêz Ocalan e. Ev 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Divê tecrîd tavilê rabe û birêz Ocalan tavilê azad bibe. 
 
Di encama şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Em xemgînin ku sivîl hedef tên girtin û pir bihêrs in. Serê her kesî sax be. Divê pevçûn tavilê bên sekinandin. Em polîtîkaya dagirkeriyê ya Îsraîlê ya li ser xaka Filistînê red dikin. Em bi têkoşîna rewa ya xelkê mazlum ê Filistînê re ne. 
 
Li Rojhilata Navîn du birînên giran hene; pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê ne. Ji bo pêşîlêgirtina van pirsgirêkan tekane çareseriyeke heye ku ew jî Konfederalîzma Demokratîk e ku birêz Ocalan pêş xistiye. 
 
Ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya serdema nû me bi sedan civîn li dar xistin û bi dehhezaran kesan re em hatin ba hev. Me ji xeletiyên xwe ders girt. Ji bo feraseta rêveberiyên herêmî yên xurtkirî bi ser bixin, em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. 
 
Em rêwiyên rêya 3'emîn in 
 
Li dijî bloka serdestan; em tifaqa dîrokî ya bindestan û têkoşîna maf, edalet, azadî, aştî û demokrasiyê ne. Me polîtîkaya xwe ya tifaqan careke din li ber çavan re derbas kir û dê di serdema nû de mezintirîn tifaqa civakî û ya demokrasiyê ava bikin. Banga me ji bo hemû rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, sosyal demokrat, femînîst, welatparêz û her kesên xemê jê dixwe ew e ku bên û em bi hev re vê tifaqê ava bikin. Rêya Sêyemîn, rêyeke dirêj e. Em ê bi biryardarî meşa xwe bidomînin. Em ê di sedsala duyemîn de bi hev re Komara Demokratîk ava bikin. Wer in em bi hev re pirsgirêka kurd, elewî, kedkar û jinan çareser bikin.”