Çîgdem Kiliçgun Uçar: Keda herî mezin a gelê me ye!

  • 10:30 15 Cotmeh 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - 4'emî Kongreya Mezin a Partiya Çep a Kesk bi dirûşman û bi coş dest pê kir. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di kongreyê de axivî û got, "Hûn gelê me yê ezîz in, ku hem di vê partiyê de hem jî di vê têkoşînê de keda herî mezin ya we ye. Bila keda we daîm be." "
 
Partiya Çep a Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li da dixe. Ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Ji ber ku li eywanê cih tunebû, bi hezaran kes li derveyî eywanê man. Bi hezaran kesên li ber deriyê eywanê disekinin, li ber ekranên mezin kongreyê dişopînin. Welatiyên li pêşiya eywanê çepikan lê didin û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz dikin. 
 
Kesên tevli kongreyê bûn
 
Nûnerên gelek partiyên siyasî tev li kongreyê bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giiştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan û Cahît Kirkizak, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevberdevkên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugur, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê berê Bariş Atay, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û gelek navên din di kongreyê de amade bûn. Li er navê Partiya Çep Îlknûr Beşer Û li ser navê Partiya Gel a Komarê (CHP) Cîgira Serokê Giştî Devrîm Bariş Çelîk tevli kongreyê bûn.
 
Ji gelek welatan mêvan
 
Ji Rojhilata Navîn û Kurdistanê gelek mêvan hatin kongeryê;  Abdalla Kemal ji Bizutnewayi Rizgarî Gelê Kurdistanê, Dler Abdullah Îbrahîm ji Hizbu Zahmetkişanî Kurdistanê, Azad Ehmed Ebdulqader ji Hizbê Şuî Kurdistanê, Sabeeha Hesen Hamakawanî, Yekgirtûyî Kurdistana Îslamî.  Mihemed Salih, Endamê Encumena Siyasî ya Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Lubnanê Mehmûd Feqîh, Akademîsyen-rojnamevan, nivîskar û endama Diyaloga Navneteweyî Sonay Eleşkar, Kordînatora Meşa Jinan a Cîhanî ya Bakurê Afrîka Hatîce Riyadî, endama Baroya Fasê ya Casablanca û Seroka Jinên Pêşverû ya Fasê Buca'ra beşdar bûn. ji Ewropayê; Partiya Komunîst a Fransayê Serokwezîr Raphaelle, Sekretera Giştî ya BASTA ya Swîsreyê Franziska Stier, ji Partiya Çep a Fransayê Elizabeth Doussain, Hevserokê Partiya Çep a Fransayê Sekreterê Giştî Pierre Barbier, endamê Koma Sosyalîst û Demokratên Parlamentoya Ewropayê Nikos Papandreou, Jörgen Siil, Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Szatmar. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk a Îzlandayê Jodis Skuladottir, ji Keskên Ewropayê Mina Jack Tolu, ji Partiya Çep a Elman Hakan Taş û Sezai Atıcı, Parlamentera BASK Bîldu Oihana Etxebarieta Legrand, CUP ya Katalonyayê Eulalia Reguant Cura beşdar bûn. Ji aliyê saziyan ve nûnerên Komeleya Friedrich Ebert, Nûnerên Heinrich Boll, Enstîtuya Neteweyî ya Demokratîk û nûnerên 15 balyozxaneyên 10 welatan beşdarî kongreyê bûn.
 
Piştî hilbijartina meclîsê, deqîqeyek rêz hat girtin. Di deqîqeya rêzgirtinê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanan ve hate vekirin û piştre Hevberdevkên partiyê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Îbrahîm Akin axivîn.
 
Çîgedemê bi silavkirina kesên li salonê dest bi axaftina xwe kir û got: "Ev îktîdara ku yekperestiya sedsalî girantir dike, têkoşîna hêzên demokrasiyê û gelê kurd li pêşiya xwe weke astengiyeke mezin dibîne baş dizane ku ji ber vê yekê êrişên xwe didomîne. Em jî hem li zindanan hem jî li derve, li kolanan tevî hevalên xwe li ber xwe didin. Jin, li kolan û eywanên dadgehan ên vî welatî li ber xwe didin. Îktîdar li ku derê êriş bike, me li wê derê qadeke berxwedanê ava kir, mezin kir û veguherand berxwedaneke hevpar. Serkeftina me ya herî mezin, têkoşîna me ya hevpar e. 
 
Em ê bi ser kevin
 
Hevalên hêja, li milekî jî divê em axaftina xwe ya spasiya ji bo we bikin. Ez spasiya hemû hevalên xwe yên heta îro jî piştgirî dane vê têkoşînê, hemû rêhevalên xwe yên di Partiya Çepên Kesk û HDP’ê de cih girtin û hevalên xwe yên têkoşînê dikim. Hem di vê partiyê de hem jî di têkoşînê de kesên xwedî para herî mezin, gelê me ye. Rêya me tevan vekirî be û serkeftinê ji bo hevserokên nû dixwazim. Em bi hev re ne û dê bi hev re bi ser kevin.”