Di têkoşînê de bi biryar in: Em ê vê desthilatdariyê hilweşînin

  • 09:01 10 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Ji Tora Parastina Jinan Ceren Bariş da zanîn ku wan bi tevgera jinan xwe heyî kirine û li dijî polîtîkayên dijminê jinê wiha got: “Em di hişmendiya ku vê desthilatdariyê hilweşînin de ne. Em ê hesab ji tundiya dewlet-mêr bipirsin. Em ê her tim lêgerîna edaletê bimeşînin. Em ê têkoşînê bilind bikin.”
 
Tundiya mêr-dewletê li Kurdistan û her derê Tirkiyeyê her diçe zêde dibe, gumanbar bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên xelatkirin. Li dijî zîhniyeta dijminê jinê têkoşîna jinan jî roj bi roj mezin dibe. Desthilatdariya ku têkoşîna jinan û jinan hedef digire, êrîşên li hember destkeftiyên jinan jî zêde dike. Gumanbarên ji polîtîkaya bêcezahiştinê cesaretê digirin, tundiyê didomînin. Li Tirkiyeyê rojê herî kêm 4 jin tên qetilkirin.
 
Jin ji bo destkeftiyên xwe têdikoşin
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di şevekê de Peyman Stenbolê ya jin, zarok û LGBTÎ diparast, fesh kir û niha hedefa wan qanûna hejmar 6284 e. Huda Par û Partiya Refaha Nû piştgiriyê dide guherîna destûra bingehîn a ku desthilatdariyê pêşkêşî meclîsê kiriye. Jin li dijî van êrîşan dest ji destkeftiyên xwe bernadin û têdikoşin. 
 
Endama Tora Parastina Jinê Ceren Bariş der barê polîtîkayên desthilatdariyê yên dijminahiya jinê dike de ji ajansa me re axivî.
 
‘Jin di têkoşînê de bi biryar in’
Cerenê destnîşan kir ku jin bi biryar in ku têkoşîna xwe bidomînin û der barê fehskirina Peymana Stenbolê de wiha anî ziman: “Dema Peymana Stenbolê fehs kirin me dizanibû wê êrîşê qanûna 6284 bikin. Ev hewldana wan dijminahiya li hember jinê nîşan dide. AKP tundiya mêr a li ser jinê ya li her qadê dizane û dibîne. Li dijî vê divê em têbikoşin. Ne tenê jin divê em bi hemû tevgerên têkoşînê yên Tirkiyeyê re li dijî vê têbikoşin.”
 
‘Polîtîkayên dijminê jinê sedema qetilkirinan e’
 
Cerenê destnîşan kir ku bi sedsalan e jin di bin tundiya mêr de ne û di encama polîtîkayên dijminê jinê de jin tên qetilkirin û got: “Her roj jin tên qetilkirin. Kuştinên jinan her diçin zêde dibin. Li dijî kuştinên jinan tu polîtîkayeke ku pêşî lê bigire tune ye. Lê polîtîkaya bêcezahiştina gumanbaran zêde dibe. Peymanên mafê jinan diparêzin tune ne. Ji ber vê jî yekane tişta em bikin têkoşîn e. Li dijî tundiya mêr a bêcezahiştinê divê em li berxwe bidin. Jin di berxwedanê de bi biryar in.”
 
Bi rêxistinên jinan re têkoşîna hevpar hûnandin
 
Cerenê bi lêv kir ku hewl didin ji xwe re li her derê qadê vebikin û Tora Parastina Jinan jî bi atolyeyên parastina cewherî têkoşîna xwe mezin dike û gelek xebatên din dimeşînin. Cerenê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî hilbijartinan me hedefa bilindkirina têkoşînê da ber xwe. Hedefa me ev e ku em bi sazî û rêxistinên din re xebata bimeşînin û têkoşîna hevpar bimeşînin. Hedefa me ev e ku em li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê jiyana nû bihûnin.”
 
‘Em bi tevgera jinên Kurd re têkoşînê dimeşînin’
 
Cerenê wiha dawî lê anî: “Bi tevgera jinên Kurd re tevgera femînîst tora têkoşînê mezin kir. Em li dijî hemû êrîş û zextên li ser jinan bi hev re dimeşin. Em hev xwedî dikin. Tevgera jinan ev fêrî me kiriye. Em ê tora têkoşîna xwe bimeşînin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.”