Girtiya nexweş Besiye Ozer nayê berdan

  • 09:07 9 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
AMED - Girtiya nexweş Besiye Ozer a ku 27 sal in girtiye, ligel nexweşiyên wê, serdanên malbat û parêzeran jî serbest nayê berda. Xwîşka wê Zeynep Ozer, anî ziman ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hîştin.
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê her roj binpêkirinên mafan tên jiyîn, rewşa girtiyên nexweş jî giran dibe. Serlêdanên malbat û parêzerên girtiyên nexweş ku tên kirin ji aliyê Saziyên Înfazê yên Girtîgehê ve bê encam tên hîştin, an jî tên redkirin. Ji ber ku derbarê girtiyên nexweş de tu gav nayê avêtin girtî bi mirinê re rûbirû dimînin. Ji girtiyên ku di nav lîsteya girtiyên nexweş de cih digire yek jî Besiye Ozer e.
 
Em ê vê hefteyê jî behsa jiyana Besiye Ozer a ku 27 sal in girtî ye û niha jî di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê de tê girtin, bigirin dest.  
 
Leşker Licê dişewitînin
 
Besiye Ozer, di sala 1977’an de li navçeya berxwedanê ya Liceya Amedê di nav malbatek welatparêz de tê dinê. Besiye ya ku zarokatiya wê li Licê derbas bû, di temenê xwe yê biçûk de zext û zilma dewletê nas dike. Di sala 1993’yan de leşkerên ku bi ser Licê de digirin malên wan dişewitînin, Besiye û malbata wê jî ji neçariyê koçberê  Amedê dibin. Ji ber ku Besiye li Licê dibistan dixwend carekdin vegeriya Licê û dev ji xaka xwe berneda. Besiye ku li wir dibistan dixwend di heman demê de di nav xebatên partiyê de jî cih digire. Di sala 1995’an de ji ber zilma dewletê xwîşka wê Jiyan Ozer tevlî PKK’ê dibe û piştî mehek din Besiye jî tevlî PKK’ê dibe. Her wiha zilma ku li ser malbatê bi dawî nabe xwîşka wê ya Nagihan Ozer a ku wê demê 16 salî bû tê girtin û 10 salan di girtîgehê de dimîne. Besiye ji ber birîndar dibe piştî 6 mehan şûnde carekedin vedigere Amedê. Tedawiya wê ku di malê de pêk hat, piştî salekê di sala 1996’an de li ser îxbara îtîrafkerekî bi ser malê de tê girtin û tê binçavkirin.
 
Derbarê Besiye de ku doz tê vekirin, 36 sal cezayê girankirî lê tê dayîn. Besiye ku di girtîgehên wek Amed û Midyatê ma, niha jî di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê de tê girtin. Besiye piştî ku hat girtin şûnde nexweşiya wek a anemî ku bandorê dil dike, nexweşiyek wê ya din jî di demara mêjiya wê de tengbûyîn çê dibe. Di heman demê de ji ber nexweşiya wê ya miyomê hebû emeliyet bû. Ji bo berdana Besiye, serlêdanên parêzer û malbatê tên redkirin.  
 
Xwîşka Besiye, Zeynep Ozer der barê xwîşka xwe de axivî.
 
Sirgûnê girtîgehan tê kirin
 
Zeynep, destpêkê de anî ziman ku şûna ku xwîşka wê 12 sal ceza lê bihata birîn ji ber bê edaletiyê 36 sal ceza lê hat birîn. Zeynep, da zanîn ku Besiye destpêkê de di girtîgeha Amedê de maye û piştre ew sirgûnê girtîgeha Midyatê hatiye kirin û wiha axivî: “Di sala 2012’yan de ketin greva birçibûnê. Piştî greva birçîbûnê wê û hevalên wê sirgûnê girtigeha Gebzeyê hat kirin. Xwîşka min ev 11 sal in di Girtigeha Girtî ya Jinan a Gebze’yê de tê girtin.”
 
‘Mirovek gelek dilgerm e’
 
Zeynep, da xuyand ku xwîşka wê hertim mirovek bi tevger û rûken e û wiha pê de çû: “Xwîşka min di cihê xwe de nedisekinî, hertim dişixûlî û dixwend. Hertim bi hevalên xwe re bû û digeriya. Gelek dilgerm e. Hevalê xwe hez dikir. Miroveke pir bialîkar ye. Hevalên wê yên ku ji girtîgehê tahliye dibin tên behsa xwîşka min dikin û dibêjin Besiyê hem di aliyê derûniyê de û hem jî di aliyê menewî de alîkariya me dikir.”
 
Piştî hat girtin nexweşiyên wê derketin
 
Zeynep, destnîşan kir ku piştî xwîşka wê hatiye girtin nexweşiyên wê derketine û wiha behsa nexweşiyên wê kir: “Anemiya wê gelek e û anemî jî tesîra dilê wê dike. Di demara mêjiyê wê de tengbûyîn heye û ev yek bandorek mezin li wê dike. Her wiha nexweşiya wê ya miyomê jî hebû û emeliyet bû. Piştî emeliyetê Besiye gelek tengasî jiya. Ji ber astengiyên girtîgehê tedawiya wê hat sekinandin. Ji ber vê yekê jî em niha nizanin ku rewşa nexweşiya wê di kîjan astê de ye. Ew nexweşiya miyom jî di girtigehê de derket. Revebirên girtigehê hertim wan nabin nexweşxaneyê. Pêwîste ku wan bibin ligel bijîşkên pispor. Lê belê wan bi tenê dibin ligel bijîjkê girtîgehê. Tedawiya wan tê astengkirin. Divê ew xwarinên xwe bi awayek bê asteng bixwin û xwarinên wan bi tendûrist bin. Lê girtîgeh vê asteng dike. Di aliyê xwarinê de  kêmasiyên girtigehê gelek zêde ne. Berê xwarinên nexweşan cuda didan, lê niha ne wisaye. Ger ku Besê di hindir de tevgerdar nebû ya dê rewşa wê xiraptir bibûya.”
 
Serlêdanên malbatê hatin redkirin
 
Zeynep, di berdewamiya axaftina xwe de got ku ji bo tahliyekirina xwîşka xwe gelek serlêdan kirine lê belê hemû hatine redkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku bê berdab me gelekî serlêdan ji revebiriya girtîgehê kir. Lê belê serlêdanên me hemû hatin redkirin. Girtiyên me bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Ji ber ku girtîgeh gelek dûr e em nikarin her tim biçin ji bo hevdîtinê. Ji ber ku ew derfetên me tunene. Em encax salê carek an jî du caran diçin hevdîtinê. Daxwaziya me ew e ku edalet ji bo hemû girtiyên siyasî re were. Em dixwazin demildest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Em aştiyek bi rûmet û jiyanek aram dixwazin.”