‘Wê berê jinan li kolanan be’

  • 09:04 9 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Melek Avci - Dîlan Babat
 
ENQERE - Piştî hibijartinan têkoşîna rêxistinkirî ya jinan a li dijî tabloya sedest bû yek ji rojevên jinan. Endamên Partiya Meclîsa HDP'ê û Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar kirin ku wê pêvajoya pêş de ligel têkoşîna qanûnî û li parlamentoyê wê berê xwe bidin kolanan.
 
Piştî hilbijartinan Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêvajoya civîn û kongreyan da destpêkirin. Di 2’yê hezîranê de Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) civîn pêk anî û piştî vê di 4-5-6’ê hezîranê de bi tevlibûna hevserok û hevberdevkan Meclîsa Jina û Meclîsa Partiyê (PM) cîhên xwe pêk anîn. Bi temambûna civînên Naveda Giştî re wê starta civînên bi gel, rêxistinên navend û navçeyan re bên kirin jî îro bê dayîn. Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyar kirin ku du armancên can civînan heye û ya yekemîn nîqaşkirina kêmasiyaniye ya din jî rexne û xwerexnedayîne û ji vê ders derxistine. Piştî civînan wê bernameya kongreyê aşkerakirin.
 
Endama HDP PM’ê Sevtap Akdag û endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Nîlgun Salmaner der barê xeta têkoşîn û rêxistibûna jinan de jî ji JINNEWS’ê re axivîn.
 
Dînamîka herî mezin jin in’
 
Sevtab Akdag daxuyakirin meclîsa niha meclîsa herî serdest ya mêr û netewpereste û got: “Wek em hemû dizanin ev meclîas herî netewperest, zayendperest, olperest e. Ev hemû hatin bikaranîn û hat dîzaynkirin. Di rojên borî de têkoşîna jinan derxist holê ku dînamîka herî xurt a demokratîkbûna civakê jinin.  Yên li dijî vê yek tîpbûnê serî natewînin jin in.”
 
‘Di têkoşînê de biryarbûn’
 
Sevtabê da zanîn ku pêvajoya pêş de em biryarin ku têkoşîna jinan bibin her qadê û wiha domand: “Em bi biryarin ku jiyana xwe biparêzin. Têkoşîna jinan heta niha herikî gelek kanalan. Em jin bi biryar in ku xwedî li têkoşîn xwe derkevin. Têkoşîn tenê li meclîsê nayê dayîn. Têkoşîn li qadan, fabrîkayan, kolanan tê dayîn. Em bi biryarin bi hemû jinan re li kolana bin. Hêza me ji têkoşîna kolanê tê. Em di têkoşîna xwe de em bi parastina jiyana xwe de bi biryarin. Em li dijî êrîşan wê bi awayekî xurt bibin yek.”
 
‘Em dest ji paradîgma xwe ya azadîxwaz bernadin’
 
Nîlgunê Salmaner jî destnîşan kir ku piraniya jinan bi destxistin ji kevneşopiya HDP’ê û demên berê tê û li meclîsê jî wisa bûne dengê polîtîkayên jinan û wiha anîziman: “Em ê ji pêvajoyek ku dijminahiya jinê tê meşandinê derbas bibin lê em tu car dest ji paradîgma xwe ya azadîxwaz bernadin. Paradîgma me hedefa me ya herî mezin e. Ji ber vê jî em ê denge jinan a li meclîsê li kolanê bilind bikin zêde bikin û bi perspektîfa riya sêyemîn bibin meclîsê û têkoşînê berfireh bikin. Hedefa me ya dem nû ev e.”
 
‘Wê têkoşîna jinê ya rêxistinkirî bê dayîn’
 
Nîlgunê diyar kir ku Huda Parê ji salên 90’î bi kuştinên jinan dizanin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev rêbaz wek parçeyek polîtîkayên şerê taybet ya li herêmê tê meşandin, li hember jinan pêk tê. Em div ê qadê de û di têkoşînê de  xwedî tecru be ne. Em di nokteya xeta perspektîfa jinan a riya sêyemîn bang li hemû jinan dikin, divê têkoşîn hevpar bê meşandin. Divê em destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê li kolanan bin. Em ê ligel hev bin û meşandina vê têkoşînê de hûnandina vê rê de bi hev re biryaran bidin.”