Tulay Hatîmogullari:Yên xwe azad hîs nakin koç dikin

  • 09:07 8 Hezîran 2023
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Edenê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku ji ber polîtîkayên heyî yên Tirkiyeyê ciwan diçin derveyê welat û sedema vê xizanî û şer e. Tulayê der barê profîla mêr ya li meclîsê de jî got jin li dijî vê profîlê xurt dibin û vê demê di tifaqa Cumhur de demek rehet wê tunebe.
 
Piştî hilbijartinên giştî û serokomariyê Recep Tayyîp Erdogan dîsa wek serokomar hat hilbijartin. Ji sedî 50’yê welat guherîn xwest û yek ji vî alî jî ciwan bûn. Ciwanên xwe li Tirkiyeyê rehet hîs nakin piştî Erdogan dîsa hat hilbijartin welat terk dikin. Ligel vê piştî Huda Par û Partiya Refah ket meclîsê jin der barê jiyan û mafên jiyanê de ketin fikaran.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Edenê Tulay Hatîmogullari der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Mafê gelê me ye ku rexne bike’ 
 
Tulayê diyar kir ku hem wek HDP hem wek Partiya Çep a Kesk encamên hilbijartinan nirxandine û encam wek serkeftin nedîtine, kêmasiyên cidî dîtine, ev jî di civînên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) de axivîne û wiha got: “Em ê di civînên pêk bînin de jî nirxandinan bikin. Bêguman mafê gelê me heye rexne bike. Ji bo me ev rexne gelek girîng in. Em partiyek gel in. Em ji rexneyan re vekirîne. Em tenê ji bo dengan bi gelê xwe re têkiliyê ava nakin. Em têkoşîna civakî û gel didin. Bêguman em ê li dijî van rexneyan xwe li ber çavan derbas bikin û ji nûve saz bikin.”
 
‘Mêjiyên herî baş neçar dimînin koç bikin’
 
Tulayê bi lêv kir ku piştî dîsa serokomarê AKP’ê qezenc kiriye, beşek aliyên li Tirkiyeyê dijîn koç dikin û wiha axivî: “Yek ji sedemên koçkirinê krîza aboriye. Ji Tirkiyeyê koçberiyeke cidî ya mêjî heye. Dema AKP rejîma yek mêr tesîst dike, bi taybet piştî hewldana 15’ê Tîrmehê şûnde rêveberiyek teng ku navê wê nehatiye danîn heye. Evqas raye destê serokomar deye, bi KHKY’an  akademîsyenên zanîngehan hatin îxrackirin. Tirkiye li cîhanê ku dikare nav 500 zanîngehên cîhanê de cih bigire gelek şûnde maye. Li vir perwerde û akademî qedandin. Perwerde têk birin. Kirin texteyê cerebandinê. Xwendekar bêzar kirin. Xwendekar nizanin ka dixwînin an na. Dikevin ezmûnan fêm nakin. Xwedekarên Tipê hemû diçin qursên Almanî. Almanyayê deriyên xwe ji wan re vekiriye. Diçin Almanyayê. Ev jî tê wateya 10 sal şûnde em ê doktoran nebînin ku me derman bikin.”
 
Betaliyek cidî heye
 
Tulayê balkişand ser betalî, xizanî, bê ewlehiya li Tirkiyeyê û got ciwan ji ber vê naxwazin li welat bijîn û ev tişt bi lêv kir: “Hêza kedê ya ku hewcedariya Tirkiyeyê pê heye diçin derveyê welat. Li Tirkiyeyê rêjeya welidînê bilinde. Dema mirov bi welatên rojava re tînin hember hev hêzek kedê ya mezin li welat heye. Welat pirsgisrêka hêza kedê najî. Li Ewropayê rêjeya welidînê kêm e. Ji ber vê hewce bi hêza kedê dibîne. Ligel koçberiya mêjî ya li Tirkiyeyê hêza kedê jî bi awayekî cidî derdikeve derveyê welat. Ligel vê ciwan qet ne kêfxweş û aramin. Li welat pevçûn, betalî û xizaniyê bandorek mezin li sermirovan kiriye.”
 
‘Li ser bedena jinê polîtîka tê meşandin’
 
Tulayê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li ser jinan zextên mezin hene û ji aliyê AKP’ê ve ev tê afirandin. Tulayê axaftina xw wiha domand: “AKP’ê Huda Par û Yenîden Refah jî da gel xwe û ev zext girantir kirin. Bi avakirina zextên civakî re li ser jinên ku jiyana sekuler diparêzin zextan ava dikin. Me ne dema komar hat avakirin bi zorê serê jinan hatibû vekirin got erê ne jî niha dibêjin bila serê jinê bê girtin. Sergirtina jinê kirine sîmgeya siyasî. AKP, tifaqa Cumhur vê dike. Li ser bedena jinê polîtîka tê meşandin.”
 
‘Jin û malbatê bihev zeliqandî dibînin’
 
Tulayê daxuyand ku meclîs di pozîasyonek ku xwedî mêjiyê mêr e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû aliyên nîjadperest, nîjadperest û dijminê jiyana sekulerin salona meclîsê tije kirine. Parlamento neynika civakê ye. Em ê di têkoşîna xwe de zehmetiyan bikşînin, tevgerên jinan wê zehmetiyên mezin bikşînin. Kar û barê mezin bikevin ser mile me. Hejmara parlamenterên jin li parlamentoyê kêm e. Em ji partiya Çep a Kesk  ji 61 parlamenterî 28 heb jinin. Hema hema em gihiştine nûneriya wekhev. Lê partiyên din ne wisa ye. Di kabîneya hikûmetê de jinek heye. Ev jî ya malbatiye. Jin û malbatê wek bihev ve zeliqandiye dibînin. Wekê jin nikarin li wezareta karê derve binêrin, dibînin. Ev bi destê AKP’ê tê meşandin. Navê jinê div ê pergalê de tune. Destkeftiyên jinan dikin hedef. Lê em ê desurnedin nedin wan ku destkeftiyên jinan ji holê rabikin.”
 
'Peywirek mezin dikeve ser milê jinan'
 
Tulayê, da zanîn ku wek tevgera jinan ne tenê li Parlamentoyê li her derê Tirkiyeyê peywirek mezin dikeve ser milê jinan û jin wê li qadan bin û wiha dawî lê anî: “Di dema nû de em ê li kolan û taxan rêxistinbûnê bikin. Em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Yên li kolanan herî zêde guherîn anîn ziman jin bûn. Bi mîlyonan jinî xebat meşand. Di dema tifaqa Cumhur de demeke rehet me napê. Bila jin wisa bizanibin.”