Bêrîvan Korkut: Serlêdan her diçin zêde dibin

  • 09:15 7 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Koordînatora Parastinî ya CÎSST'ê Berîvan Korkut diyar kir ku 356 hezar girtî li girtîgehan di bin tecrîda giran de tên girtin û wiha got: “Em li 3-4 salên dawî binêrin li girtîgehan krîzek mezin heye. Serlêdan her diçin zêde dibin. Divê êdî çareseriyek pêk bê û binpêkirin bidawî bin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal e li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye û ev tecrîd bandor li ser hemû girtîgehan dike. Bi polîtîka tecrîdê re rewş her diçe giran dibe, li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Rewşa girtiyên nexweş jî her diçe giran dibe. Gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl diyar dikin ku di salên dawî de girtîgh veguherîne navendên îşkence û mirinê.
 
Mafê jiyanê ji dest tên girtin
 
Li girtîgeha mafê jiyan û tenduristiyê ya girtiyên siyasî ji dest tên girtin û tune tên hesibandin. Girtî di hevdîtinên bi malbatan re diyar dikin ku girtiyên nexweş yên giran nayên dermankirin û mafê wan ji dest tên girtin. Li gorî ‘Rapora Girtîgehan a 2022’an a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) di sala dawî de 50 girtiyên siyasî û edlî biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Koordînatora Parastinî ya Komeleya Civaka Sivîl û Înfazê ya Girtîgehê (CÎSST) Berîvan Korkut der barê binpêkirinên mafan û rewşa girtiyan de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Divê rayeya hatiye dayîn paşve bê kişan’
 
Berîvanê daxuyakirin ku dema girtî pirsgirêkan tînin ziman bi îdareya girtîgehê re pirsgirêkan dijîn û wiha dirêjî daye: “Girtiyên edlî an jî siyasî serî li îdareyê didin, ev serlêdan dibe pêkanîna ku pêvajoya girtina wan dirêj bibe. Biryara bi şert berdan divê ji ser dadgehan bê meşandin.Lijneya ku tu pisporî û tecruba wan di vê mijarê de tune ne, bi girtiyan re yekser pirsgirêkan dijîN û biryarên ne subjektîf didin. Mînak girtiyek ji ber tevli perwerdê nabe, yek tevli kursan nabe bi pêkanînan re tê rû hev. Yekane çareserî ev e ku rayeya ku ji bo lijneyên şopandinê hatiye dayîn divê demildest ji wan bê girtin.”
 
‘Xwegîhandina tenduristiyê her tim pirsgirêkek cidî bû’
 
Berîvanê daxuyakirin ku li girtîgehan xwegîhandina xizmetên tenduristiyê gelek zehmete û wiha domand: “Pêvajoya kovîdê de girtî bi astengiyan re hatin rû hev. Girtiyên nexweş nehatin dermankirin. Vê jî rê li ber rewşeke ku vegera wê tune vekir. Mijara xwegîhandina tenduristiyê, li girtîgehan her tim pirsgirêkek cidî bû. Bi pandemiyê re ev zêde bû.Girtiyên nexweşên giran derfetên wan yên dermankirinê bi sînor bûn. Divê ev pirsgirêk ji aliyê pergala edeletê ya Tirkiyeyê ve bê dîtin. Divê qadên ku çareseriyê diafirînin hebin. Mirov li girtîgehan nayên dermankirin. Di şertên mirovane de nayên dermankirin. Afirandina derfetan gelek girînge. Di vê mijarê de divê gavên çareseriyê bên avêtin.”
 
356 hezar kes girtî ne!
 
Berîvanê di berdewamiyê de wiha vegot: “Hejmara girtiyan her diçe zêde dibe. Ne tenê yên siyasî yên edlî jî zêde dibin. Girtîgeh pir qelebalixin. Bi sererastkirina înfazan wê girseyê kêm dikin û demek kurt de dîsa tije dibin. Dema dîroka komarê de hejmar 50-60 hezar bû û salên dawî de pir zêde bûne. 356 hezar kes girtîne.”
 
Xeleka krîzan...
 
Berîvanê bi lêv kir ku li girtîgehan xizanî jî zêde bûye û wiha destnîşan kir: “Di 3-4 salên dawî de em binêrin xeleka  krîzan derketiye holê. Xizaniyek cidî li girtîgehan heye.  Jin nikarin xwe bigihînin pedan. Ev binpêkirina maf e. Nikarin bi malbatan re hevdîtinê bikin, nikarin televîzyonan temaşe bikin. Nikarin fatureyên ceyranê bidin. Aktîvîteyên sporê û gelekên din jî tune ne. Pêvajoya pandemiyê jî bi dawî bû lê mixabin ji bo başkirinê pêngavek nayê avêtin.”
 
‘Serlêdan zêde dibin’
 
Berîvanê balkişand ser tecrîda giran a li girtîgehan û wiha dawî lê anî: “Li girtîgehan tecrîdek giran heye. Serêldan pir zêde tên kirin. Girtî li dijî îşkence û binpêirina mafan serî li STK’yan didin. Girtî di lêpirsînên bi bandor de mixabin bersivekê nahgirin. Serlêdan pir zêde hene. Divê demildest ev binpêkirin bi dawî bin.”