Li dijî dorpêçê berxwedan bi ser ket

  • 09:12 7 Hezîran 2023
  • Rojane
 
MEXMÛR - Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen, da zanîn ku ji ber zextên Dewleta Tirk wargeh ji hêla Arteşa Iraqê ve hat dorpêçkirin û got: "Tevahiya cîhanê dît ku gel di rojên herî teng de çawa dikare mafê xwe biparêze, li ber xwe bide û bi ser keve." 
 
Di 20’ê gulanê de Artêşa Iraqê xwest bi wesayîtên zirxî û hejmarek mezin ya leşkeran Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi kolandina xendek, danîna têl û kuleyan dorpêç bike. Lê xelkê wargehê li hemberî vê hewildana dorpêçê derket û berxwedana wan 16 rojan berdewam kir. Ji aliyê Komîteya dîplomasî û Meclîsa Gel a Mexmûrê ve gelek hevdîtin bi rayedarên Iraqê re pêk hatin. Di encama van hevdîtinan de li hevkirinekî çêbû û leşkerên Iraqê ji dora wargehê vekişiyan û gelê Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anîn.
 
Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rewşa wargehê û geşedanên siyasî.
 
Fatma, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser destpêka dorpêçkirin wargehê û got: "Hûn jî dizanin di 20'ê gulanê de Artêşa Iraqê bi ser wargehê de girt û wargehê dorpêç kir. Ev wargeha ku 30 sal in bi fikr û ramanê rêbertiyê xwe pêş xistiye, bi heman ferasetê li hemberî dorpêçê li ber xwe da. Cîhan jî berxwedana mezin dît. Dîtin ku ev gel di rojên herî teng de çawa dikare mafê xwe biparêze û li ber xwe bide." 
 
'Dorpêçeke ne ji rêzê bû'
 
Fatma, wiha bal kişand ser armanca dorpêçê: Bi rastî ev dorpêça ku hatî kirin ne dorpêçeke wisa bi hêsanî û ji rêzê bû. 25 sal in me nêzîkatiyeke wisa ya hikûmeta Iraqê nedît. Em dizanin ku ji ber zextên Dewleta Tirk a li ser hikûmeta Iraqê ev dorpêç pêk hat. Bingeha dorpêçe zext in. Bi rastî helwesta Arteşa Iraqê yên çend rojên ewilî bi tund bû. Hûn jî dizanin ciwanek birîndar bû, helwesteke bi vî rengî nîşan dan. Hatin vê astê ku mirovekî bidin ber guleyan. Ev jî nîşan dide ku ev êrişeke ne bi rêzê ye."
 
16 rojan li ber xwe dan
 
Fatma Bîlen, daxuyand ku penaberên Mexmûrê 16 rojan li ber xwe da û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li gelek deveran kurd jî ji bo Mexmûrê rabûn ser xwe. Helwesta hikûmeta Iraqê û helwesta Neteweyên Yekbûyî (NY) şermezar kirin. Ji ber ku erkên xwe pêk neanîn. Li hemberî mirovên sivîl û penaber helwesteke ne di cih de nîşan dan."
 
'Çima dorpêçek wisa?'
 
Hevşaredar Fatma di axaftina xwe de behsa hevdîtinên ku li Bexdayê hatî kirin kir û got: "Hevdîtinek bi Bexdayê re hat çêkirin. Li ser nêzîkatî û dorpêça ku hatî kirin. Bi hewldanên me hevdîtin pêk hat. Me xwest em nêzikatiya wan fêm bikin, çima di vê demê de li hemberî wargehê nêzikatiya wan guherî. Me dît ku ev dorpêç, helwest û nêzîkatî ne ji rêzê ye. Tu 25 salan li ser axa welatekî bijî û tu qanûnên wan binpê nekî, li hemberî hikûmetê dernekevî û wek mafê xwe ya penabertiyê li vir bijî, gelo çima helwestek wisa? Di hevdîtinan de ji me re gotin ku me tu xeletiyek, helwestek û nêzîkatiyeke cuda ji wargehê nedîtiye. Me xwest em hîn bibin çima di vê pêvajoyê de dorpêçek wisa?"
 
Ji zilmê reviyan
 
Fatma, destnîşan kir ku 5 sal in hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî wargehê nêzîkatiyên cuda nîşandan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di nav 5 salan de hikûmeta herêma Kurdistanê amborgo danî ser wargehê, êrişê wargehê kir û sêpandinên cuda cuda li hemberî wargehê pêş xist. Heta me ji xwe re wargeha Mexmûrê avakirin em li herêmên Barzanî man û ev astengiyên ku bi milê Barzanî hatî kirin ne tu jiyan bû. Di sala 1998'an em derbasî Mexmûrê bûn. Ji vê rojê heta niha heman nêzikatî berdewam kir. Çend em ji ber zilm û zordariya Dewleta Tirk revîn hatin li vir man jî mixabin hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi heman rengî nêzê me bûn. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku bila ne wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dewleta Tirkan nêzî me bibin."
 
'Tehdîtên Tirkiyeyê didomin' 
 
Fatma daxuyand ku 30 sal in berxwedanek heye û wiha bi lêv kir: "Me behsa êrişên PDK'ê kir û ev wargeh gelek tiştên nexweş dît. Lê divê bê zanîn ku ev wargeh tu carî wan tişta ji bîr nake. Niha baweriya me ji PDK'ê nîne, ji ber ku gelek tişt hatin gotin lê bi cih neanîn. Ji ber ku ev gel dizane ku ev êriş û zext bi tehdîtên Dewleta Tirk pêk tê."
 
'Dev jî helwesta tund berdin'
 
Fatma, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa niha jî û diyar kir ku niha jî nikarin bêjîn ku aramiyek heye û got: "Niha jî xetereyek heye. Lê ji bo me tişta girîng hêza gel û xwe bi rêxistinkirina gel e. Bi vî rengî em dikarin rê li ber wan polîtîkayan bigirin. Me xwe li ser fikr û ramanê serokatiyê pêş xistiye. Em dibêjin hewcedariya me bi kesek din nîne. Di dema DAIŞ'ê de civaka êzidî û wargeha me ket nav pevajoyeke xeter. Lê ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê parastina me kir. Dîsa jî ev wargeh û civaka êzidî bi xwe parastina xwe kir. Em dibêjin bila dev jî helwesta xwe berdin û bila helwesta xwe ya tund a li hemberî penaberan biguherînin."
 
'Piştevaniyeke mezin li pêş ket'
 
Fatma Bîlen destnîşan kir ku hikûmetên heyî tu carî rêxistinbûna gel qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî fermana 2014'an, êzidî xwe bi rêxistin kir û hêza xwe xurt kir. Peyama qebûlnekirina êrişan dan. Wargeha Mexmûrê, li hemberî her cureyên êrişan xwe pêşxistiye û rêxistinbûna xwe xurt kiriye. Ev tişt di dorpêça 20'ê gulanê de xwe nîşanda û wekî her demê. Ev berxwedan li tevahiya cîhanê deng da û hem li hindûrê welat û hem jî li derveyî welat piştevaniyeke mezin ji bo wargehê pêş ket."
 
Hevşaredara wargehê Fatma Bîlen zanîn ku hêj xetere derbas nebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li kurdistaniyan dikin ku rewş hêj aram nebûye. Divê piştevaniya bi wargehê re bidome."