Leşkeran êrişê welatiyan kir

  • 11:18 6 Hezîran 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li gundê Delaweqesrê ya Hezexa Şirnexê, DEDAŞ hewlda sayacên ceyranê bi dîrekan ve daliqînin. Şêniyên gund bertek nîşanî DEDAŞ'ê dan, ligel vê yekê leşkeran jî êriş bir ser şêniyên gund.
 
Li gundê Delaweqesrê yê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê, Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) xwestin sayacên ceyranê bi dîrekan ve daliqînin. Şêniyên gund bertek nîşanî DEDAŞ'ê dan. Di saetên serê sibê de DEDAŞ bi wesayetên zirxî û cendermeyan ket nava gund. Leşkeran êriş bir ser şêniyên gund.