Ji mêrê ku Kim Wall qetil kir muebbet hat xwestin

  • 11:56 26 Nîsan 2018
  • Cîhan
NAVEND NÛÇEYAN - Ji bo Peter Madsen ê ku rojnameger Kim Wall qetil kir muebbet hat xwestin. 
 
Di 10'ê Tebaxa 2017'an de Rojnamegera ji Swêdê Kim Wall ji aliyê Peter Madsen ve hatibû qetilkirin. Rûniştina biryarê li paytexta Danîmarkayê li Kopenhagê hat dîtin. Ji bersûcê ku piştî Kim qetil kir û îşkence li cenazeyê wê kir muebbet hat dayin. 
 
Çi bûbû?
 
Rojnamegera Swêdî Kim Wall di 10'ê Tebaxa 201'an da ji bo nûçeyan çûbû 'noqava Madsen' (denizalti). Piştî ku Kim çû Noqava Madsen şûnde agahî jê nehat girtin. 11 roj şûnde cenazeyê wê li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê hatibû dîtin. Temamê bedena Kimê jî heta meha cotmehê nehatibû dîtin.