Ji bo serokatiya SPD'ê piştî 155 salan cara yekê jinek hat hilbijartin

  • 13:47 23 Nîsan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo serokatiye SPD'ê ku hevparê hikûmetê ye piştî 155 salan cara yekê jinek a bi navê Andera Nahles hat hilbijartin. Nahles derbarê partiyê de peyama nûkirinê da.
 
Ji bo serokatiye Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ku hevparê hikûmetê ye piştî 155 salan cara yekê jinek a bi navê Andera Nahles hat hilbijartin û bû seroka giştî ya partiyê.  Di Kongreya Awarte ya Partiyê ku hat kirin de ji sedî 60.35'ê delegeyan ji bo ku Andera Nahles bibe seroka giştî ya partiyê deng bi kar anîn.  Di dengdayîna ku hat kirin Andrea ya 47 salî ji sedî 624 dengan 414 dengên derabsdar git û hevrîkê wê Flensburg ê ku Şardarbû Sîmone Lange jî dengê 172 delegeyan girt û di dengdayînê de 38 delegeyan jî deng bi kar neanî.