Li Endonezyayê du jin bi îşkenceyê rû bi rû man

  • 14:53 20 Nîsan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Endonezyayê du jin bi îşkenceyê rû bi rû man. Gel jî tenê îşkence temaşe kir. 
 
Li bajarê Banda Aceh a herêma Açeya Endonezyayê 2 jin li pêş çavên gel hatin îşkencekirin. Dema ku jin hatin îşkencekirin gel tenê temaşe kir û bi telefonê îşkenceya ku li jinan hat kirin kişandin. Nûneran îşkence bi hinceta "zînayê" pêk anîn.