Li Swê de bi hezaran jin li dijî êrîşên zayendî li ser piyan e

  • 10:50 20 Nîsan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Swêdê bi hezaran jin daketin kolanan û êrîşên zayendî yên li Akademiya Swêdê ku Xelatên Wêjeyê yên Nobelê dide şermezar kirin. Jinan xwest ku endamên akademiyê îstîfa bikin.
 
Li 6 bajarên Swêdê bi hezaran jin daketin kolanan û êrîşên zayendî yên li Akademiya Swêdê ku Xelatên Wêjeyê yên Nobelê dide şermezar kirin. Li gorî nûçeya ku di Evrenselê de hat weşandin, jinên ku li Stockholm, Helsîngborg, Eskîlstuna, Goteborg, Västerås û Borgholmê hatin cem hev  xwestin ku hemû endamên Akademiya Swêdê îstîfa bikin. Herwiha jin ji bo ku piştgiriyê bidin Sekretera Daîmî ya Sara Danîus a ku bi buluzê bi flar yê li xwe dike tê naskirin ku tê xwestin ji pewira xwe îstîfa bike fular kirin sutiyê xwe.
 
Bi hezaran jinên ku li ber Muzeya Nobelê kom bûn û çalakî li dar xistin ku di nav wan de nivîskar, rêveberên partiyên siyasî hebûn xwestin ku buroya parêzeran a ku buyerên êrîşên zayendî lêkolîn dike rapora ku amade kiriye ji raya giştî re ragihîne. Herwiha jinên çalak ger di heman demê de xwestin ku hemû xebatkarên akademiyê jî îstîfa bikin.