Jinên Enrternasyonalîst wê ji bo Efîrînê derkevin qadan

  • 12:33 12 Nîsan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser banga Jineolojiyê wê jinên enternasyonalît di 24'ê Nîsanê  de li Îspanya, Îtalya û Portekîzê ji bo Efrînê dakevin qadan.
 
Gelê Efrînê yê ku piştî dagirkirina Tirkiye û komên girêdayî wê ya di 18'ê Adarê de hatin koçberkirin, li herêma Şehbayê ku lê hatine bicihkirin berxwedana xwe didomînin. Li gelek deverên cîhanê bi çalakiyên ku ji bo Efrînê hatin lidarxisitn êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û bang li saziyên naveneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bi erka xwe rabin. Ji bo Efrînê gavek jî jinên di Jineolojiyê de cih digirin hat. Li ser banga Jineolojiyê  wê jin di 24'ê Nîsanê de ji bo ku tora xwe ya enternasyonal mezin bikin li Îstpanya, Îtalya û Portekîzê dakevin qadan û êrîşên li ser Erînê şermezar bikin.