Rêxistinên jinan bertek nîşanî afîşa li dijî kurtajê dan

  • 16:00 6 Nîsan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan ên ku bertek nîşanî afîşa li dijî kurtajê dan, kampanya dan destpêkirin û wê sibe jî xwpêşandana protestoyî pêk bînin.
 
Li Îtalyayê komeleyeke li dijî kurtajê ya bi navê ProVît  li payitext Romayê  li avahiyekê afîşa li dijî kurtajê daliqand. Afîşa ku hat daliqandin rastî berteka rêxistinên jinan hat.
 
Ji rêxistinên jinan ên ku bertek nîşanî daliqandina afîşê dan a bi navê Non Una Dî Meno (Bila jineke din kêm nebe) diyar kir ku kampanyaya afîşê  provokasyona kesên li dijî kurtajê ya li dijî jinan e û got ku ew derbarê biryara li ser jiyana xwe azd in.
 
Komeleya Tendirûstiya Jinê jî wê bang li Şaredarê Romayê kir ku afîşê hilînin û kampanyaya îmzeyê da destpêkirin. Herwiha rêxistinên jinan wê sibe jî li kolana ku afîş lê hatiye daliqandin xwepêşandaneke protestoyî li dar bixin.