Ahed Tamimi li dijî kesê ku ew tacîz kir doz vekir

  • 09:18 3 Nîsan 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ahed Tamimi ji ber ku bertek nîşanî êrîşên leşkerên Îsraîlê da hat binçavkirin û di dema lêpirsînê de bi tacîzê rû bi rû ma. Ahedê kesê ku ew tacîz kir li dijî wî doz vekir. 
 
Ahed Tamimi ji ber ku êrîşên leşkerên Îsraîlê yê Şeriaya Rojava şermezar kir hat binçavkirin û di dema binçavkirinê de bi tacîza peywirdarê lêpirsînê rû bi rû ma. Ahedê derbarê kesê ku ew tacîz kir doz vekir. Parêzer Jabi Laski diyar kir ku Ahedê bi tacîzê rû bi rû maye. 
 
Şîmaqa ku li leşkerên Îsraîlê xistibû li ser medyaya civakî hatibû parvekirin
 
Ahedê di 19'ê Kanûna 2017'an de ji ber ku leşkerê mudaxeleyî bûyerê Şeriaya Rojava kir hatin heta ber deriyê wê şîmaq li leşker xistibû. Piştre dîmenên dema ku şîmaq avêt leşkerên Îsraîlê li ser medyaya civakî belav bûbû. Di 20'ê Kanûnê de di encama serdegirtina mala wê de Ahedê ji aliyê leşkerên Îsraîl ve hatibû binçavkirin. 
 
Aheda (17) ku wekî "Keça Fîlîstînî ya wêrek" tê bîranîn piştî ku gelek caran dema girtina wê hat dirêjkirin di rûniştina darizandina xwe ya yekem de 8 mehî ceza lê hat birîn.