Wêneyên talana Sûrê li Cenevreyê hatin pêşandan

  • 18:35 27 Adar 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Wêneyên talankirina Sûrê ya piştî operasyonên leşkerî ku hatin kişandin li Cenevreyê hatin pêşandan.
 
Pêşangeha wêneyên talana li Sûra Amedê ya piştî îlankirina derketina derve û operasyonên leşkerî li Şaredariya Cenevreyê hatin pêşandan.  Çîroka wêneyên ku di pêşangeha wê di navbera 27'ê Adarê û 7'ê Nîsanê de bên pêşandan jî di pêşangehê de cih digirin.  Şaredarê Cenevreyê Remy Paganî diyar kir ku Sûr tenê ne başarekî kurdan diheman demê de ziman, çand û nasnameya herêmê ye .Remy ê ku diyar kir ew di sala 2016'an de çûye Amedê anî ziman ku Amed tenê ne bajarê gelê lê dijî ye û mîrasa çanda cîhanê ye.
 
Di vekirina pêşangehê de Şaredarê Musilê M. Zuhaîr, Mohîn Al A'arajî, Hevşaredara Sûrê ya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin  Fatma Şik û Şaredarê Tombouctouyê jî amade bûn.