Li Yemenê ji ber şewba xirtikê 62 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 12:10 22 Sibat 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tendirustiyê ya Yemenê diyar kir ku ji ber şewba xirtikê (difterî) 62 kesî jiyana xwe ji dest daye.
 
Li Yemenê ji ber şerê navxweyî ku ev 3 sal e li welat berdewam dike  pişti şewba kolerayê niha jî şewba xirtikê belav dibe. Li gori rapora ku ji alyê Wezarta Tendirustiyê ya Yemenê hat weşandin hat aşkerakirin ku ji tebaha 2017'an heta niha 62 kes ji ber şewba xirtikê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di heman raporê d hat aşkerakirin ku 933 kes ji bi gûmana ku dibe bi heman şewbê bin hatine tespîtkirin.  Musteşarê Wezareta Tendirustiyê ya Yemenê  Ali El-Welîd jî diyar kir ku şewbê herî zêde li bajarê İbb û El-Hudeyde bandora xwe kiriye ü ji bo ku bêhtir belava nebe kampanyaya aşiyê dane destpêkirin.
 
Li Yemenê ji ber şerê navxweyî ku ev 3 sal in berdewam dike xizanî derketiye asta herî jor ü nexweşiya kolera û xirtikê jî ji ber vê rû daye. Li  welat ji ber şerê heyî tesîsên binesaziya welat hemû hatine rûxandin ü gel ava paqij ku vebixwe nikare peyda bike. Ji ber ku ava paqij nayê temînkirin şewbên nexweşiyên cuda cuda li welêt belav dibın.