Parêzkara mafên mirova Asma Jahangir jiyana xwe ji dest da

  • 15:01 12 Sibat 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzkara mafên mirova û demokrasiyê parêzer Asma Jahangir ku ji Pakîstanê ye, qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. 
 
Parêzkara mafên mirovan û parêzer Asma Jahangir ku ji Pakîstanê ye di 66 salîya xwe de ji ber qeyrana dil derbas kir li Lahordayê jiyana xwe ji dest da. 
 
'Ez naxwazim bawer bikim'
 
Xwediyê xelata Aştiyê ya Nobelê Malala Yousafzai ku ji bo perwedeya zarokên xwe yên keç têdikoşe wiha got:"Me parêzkara mafê mirovan û demokrasiyê Asma Jahangir winda kir. Hefteyek berê min ew li Oxfordê nas kir. Ez naxwazim bawer bikim ku wê jiyana xwe ji dest daye. Rêzdariya li dijî wê ya herî baş ew e ku mirov ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têbikoşe."
 
Asma di 1983'an de li Gettyê ji ber ku di çarçoveya avakirina demokrasiyê de têdikoşiya, hat girtin. Asmayê temenê xwe bi têkoşîna demokrasî, azadî ji bo parastina zarok û jinan derbas kir.
 
Di kampanyaya 'Avakirina demokrasiyê ya ji nû ve' de cihê xwe girt
 
Asmayê di 1980'an de zagonên serfermandar Muhammed Ziya-ul-Haq ên ku di bernameya "Îslamê" de hatibûn gotin, rexne kiribû. Asmayê di kampanyaya 'Avakirina demokrasiyê ya ji nû ve' de cihê xwe girtibû.