Li Efxanistanê erdhej pêk hat

  • 12:37 8 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara miriyên piştî erdhejên li Efxanistanê derket 2 hezar û 53’yan. 
 
Li bajarê Herat a Efxanistanê, di 7’ê cotmehê de gelek erdhej çêbûn. Di encama erdhejan de ku ya pileya wê herî mezin 6.3 bû de hejmara miriyan her ku diçe zêdetir dibin. Hat destnîşankirin ku di erdhejan de heya niha 2 hezar û 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û  9 hezar û 240 kes jî birîndar bûne.