Li Hindistanê hejmara kesên di lehiyê de mirin bû 31

  • 11:55 6 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ku di lehiyê de li eyaleta Sikkim a Hindistanê jiyana xwe ji dest dan bû 31. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo zêdetirî 100 kesên ku winda ne berdewam dikin.
 
Di karesata lehiyê de ku tê gotin ji ber barana zêde ya li eyaleta Sikkim a Hindistanê ji ber barana zêde ya bendava hîdroelektrîkê ji ser avê rabû, hejmara miriyan zêde dibe.
 
Rayedaran diyar kirin ku di lehiya ku zêdeyî 22 hezar kesî bandor kiriye de 4 jê leşker herî kêm 31 kes mirin. Tedawiya 26 kesên ku di lehiyê de birîndar bûn li nexweşxaneyên cuda yên eyaletê dewam dike.
 
Li gor nûçeya Hindustan Times, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo zêdetirî 100 kesên ku winda bûne berdewam dikin.