Îdeolojiya ku Jîna qetil kir wê me efû bike?

  • 09:03 13 Îlon 2023
  • Cîhan
 
Melek Avci
 
ENQERE - Aktîvîsta Kuîr a Îranî, der barê berxwedana li Îranê ev nirxandin kir: “Jîna Mahsa Emînî, keseke ku tu têkiliyek wê bi siyasetê tune ye welatiyek ji rêzê ya Îranê bû. Piştî qetilkirina wê mirovan lêpirsîn kir ku ger mirovek wek wê bê qetilkirin, wê wan efû bike ?”
 
Di 13’ê Cotmeha 2022’yan de li Tehranê jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên axlaqê yên rejîmê ve hat qetilkirin. Di ser bûyerê re salek derbas bû. Piştî bûyerê li Îran û Rojhilat çalakiyên protestoyî dest pê kirin û demek kurt çalakî her çûn mezin bûn. Jin li şûna daxwaza azadiyê êdî azadî anîne asta ku bikin jiyanê.
 
Aktîvîsta Kuîr a Îranî ku ji ber ewlehiyê navê xwe parve nekir sedema serhildana hatiye jiyîn û hêza yekbûyî ya nasnameyan vegot.
 
‘Têkoşînek mezin a li dijî komara îslamî ye’
 
Aktîvîstê da zanîn ku serhildana li Îranê hemû nasname aniye gel hev û girtina serê jinan wek daxwazek hêsan bê dîtin jî ev berxwedan di esasê de li dijî baviksalariyê ye. Aktîvîsta Îranî wiha vegot: “Ev berxwedana li dijî serîgirtinê û pirsgirêkên pergalê derket holê, hemû komên etnik û nasname anîn gel hev. Serîgirtin wek daxwazak hêsan bê dîtin jî ev têkoşîneke kûr a li dijî komara îslamî ya baviksalar bû. Jin, mêr û ciwanan ji ber fikarên xwe hêza xwe kirin yek. Ev koma yekbûyî ji ber zextên li ser wan hîn bêtir xurt bûn. Vê hevkariyê piştgirî da motivasyona kolektîf jî. Bi taybet jin û LGBTÎ bi salane li jî zext û newekheviyê têdikoşin û li riya rizgariyê digerin. Jin ji bo mafên wekhev û xweser hewl didin.”
 
‘Jin di pêşerojek nû de bi biryar in’
 
Aktîvîsta Îranê di berdewamiyê de destnîşan kir ku jinên Îranê di têkoşîna maf  de xwedî paşerojek bi kok in û jin di afirandina pêşerojek nû de bi biryar in. Aktîvîstê wiha dirêjî dayê: “Gotina stranan, reqs, ajotina bisiklet û cil û berg, gelek maf ji destê jinan hatin girtin. Lê wek mafê destberdanê hinek maf neguherîn. Piştî şoreşê; bi qanûnî destûra zewacên zarokan dihat dayîn; Ji bo zarokên keç heta 13 salî yên kur jî heta 15 salî destûra zewacê dihat dayîn. Li Îranê têkoşîna jinan xwe digihîne paşerojek bi kok. Jin niha ji bo pêşerojek baş di berxwedanê de bi biryar in.”
 
‘Çand û siyaseta Kurd sînorên netewî dibezîne’
 
Aktîvîstê her wiha balkişand ser bandora dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ya li ser berxwedanê û wiha bi lêv kir: “Jin jiyan azadî, Rojava jî tê de, bi têkoşîna azadî û wekhevî û tevgera jinên Kurd re eleqedar e. Li Îranê deng dabe jî, ez dixwazim bêjim ku bandora wê girêdayê faktorên cuda ne: Ya ewil  civaka Kurd e: Beşeke serjimara Îranê Kurd in. Li herêmên rojava yê welat. Ev dirûşme di navbera civaka Kurdên Îranê de, bi taybet di tevgera siyasî û civakên sivîl de bi awayekî xurt deng da. Ya duyem jî hewaya siyasî: Pêşwazîkirina vê dirûşmeyê ya li Îranê girêdayê hewaya siyasî ya wê demê bû. Dirûşmeyên der barê Kurdan û mafê kêmaran de ji aliyê hikûmetê ve bi zextan tê pêşwazîkirin. Ya sêyemîn jî hişmendiya navneteweyî ye: Naskirina vê dirûşmeyê ya di asta navneteweyî de û bi wekheviya zayendî û naskirina xweseriya Kurdan, rê li ber piştgiriya rêxistinên maf ên navneteweyî Kurdên dîasporayê vekir.”
 
‘Li welat bû çavkaniya îlhamê’
 
Aktîvîstê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Roja cenazeyê, dirûşmeyê deng da û li welat bû çavkaniya îlhamê. Jîna Mahsa Emînî, keseke ku tu têkiliyek wê bi siyasetê tune ye, welatiyek ji rêzê ya Îranê bû. Piştî qetilkirina wê mirovan lêpirsîn kir ku ger mirovek wek wê bê qetilkirin, wê wan efû bike?”
 
Aktîvîstê di dawiya axaftina xwe de der barê ku ev tevger wê çawa bi encam bibe de jî nirxandin kir û daxuyand ku di seranserê têkoşînê de li ser destkeftiyan sekinîne û wiha dawî lê anî: “Em gelek kes di mijara şoreşan de xwedî pêşdaraz in. Di şoreşan de vegotinên xistina dîkatoran hene. Lê em di şoreşan de li ser destkeftiyan disekinin.”