'Herî kêm 7 milyon zarokên penaber nikarin biçin dibistanê'

  • 10:11 9 Îlon 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) roja înê raporeke nû weşand û diyar kir li dinyayê 14,8 milyon zarokên penaber hene lê ji nîvê wan zêdetir nikarin sûdê ji perwerdehiya fermî werbigirin.
 
UNHCR diyar kir herî kêm 7 milyon zarokên penaber nikarin biçin dibistanê û rêjeya perwerdehiyê li gorî astên akademîk diguhere.
 
Ev rêje di asta beriya dibistanê de ji sedî 38 e, di dibistana seretayî de ji sedî 65 e, di asta dibistana navîn de ji sedî 41 e û di asta xwendina bilind de jî ji sedî 6 e.
 
Li gorî rapora UNHCR’ê ji sedî 20’ê penaberan li 46 welatên kêmpêşketî dijîn.