Piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji bo jinên Afganî dewam e

  • 12:44 7 Îlon 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya jinên Afganî ji aliyê 10 jinan ve hatibû destpêkirin dewam dike. 
 
10 jinên ku di nav wan de Tamna Zaryab Pariyani ya ji Afganîstanê jî cih digire, ji bo piştgirîdayîna jinên Afgan ên ku zilm û zextên Talîbanê dibînin, li bajarê Koln a Elmanyayê di greva birçîbûnê de ne.
 
Tamna Zaryab Pariyanî ya ku di êrîşa Talîbanê ya li ser mala wan de tevî 3 xwişkên xwe hat girtin û şandin girtîgehê, 40 rojan bi îşkenceya Talîbanê rû bi rû mabû. Yek ji jinên çalakvan ên li bajarê Kabûlê yê Afganîstanê K.M, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê jinan ve hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Em çalakiya ku Tamna û hevalên wê dane destpêkirin silav dikin. Em minetdar in ku Tamna wekî jinên din derket derveyî welat û bêdeng nema.”