Ji bo jinên efgan ên di greva birçîbûnê de ne banga hişyariyê

  • 14:20 6 Îlon 2023
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kolektîfa ku ji nivîskar, helbestvan, hunermend û rojnamegerên jin ên efgan hatiye avakirin, ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya jinên efganî ya li bajarê Koln ê Elmanyayê hatiye destpêkirin, bang li raya giştî ya navneteweyî kir.
 
Jinên efganî greva xwe ya birçîbûnê ya ku di 1’ê Îlonê de li bajarê Koln yê Almanyayê bi daxwaza cezakirina Talîbanê dest pê kiribûn, berdewam dikin. Kolektîfek ji nivîskar, helbestvan, hunermend û rojnamevanên efganî bi nameyekê piştgirî dan greva birçîbûnê ya ku biryar e heta 12’yê Îlonê bidome.
 
Di nameyên xwe de ev tişt anîn ziman:
 
“Greva birçîbûnê ya aktîvîstên jinên efgan ên ji 1’ê Îlonê heta 12’yê Îlonê û konên protestoyî yên ku wan vedane, ji rojên destpêkê yên van çalakiyan heta niha ji saziyên fermî yên ku divê daxwazên wan li ber çavan bigirin, tu bersiv nedane. Ev dibe sedem ku grev ji dîroka ku destpêkê hatî destnîşan kirin were dirêjkirin.
 
Em ji rewşa tendirustiya van çalakvanan pir bi fikar in û radigihînin ku her encamek neyînî tenê encama bêhelwestiya hikûmet û rêxistinên Alman e ku diviyabû ji destpêkê ve tevbigerin lê bêdeng man. Daxwazên van xwepêşanderan ji bilî pejirandina rastiya tund a ku li Efganîstanê serdest e, bi taybetî jî êşa jinan e ne tişteke din e. Lê belê dewlet û rêxistinên ku ji aliyê wan ve tên piştgirî kirin, naxwazin vê rastiyê eşkere qebûl bikin û dema ku ev yek dikeve xizmeta berjewendiyên wan ên siyasî, weke gelek caran divê li pişt vê rastiyê rawestin.
 
Xwepêşanderên jin ên li Efganîstanê bi berdewamî nerazîbûna xwe li hember qedexeyên Talîbanê yê li ser jinan û bêparkirina mafên wan ên bingehîn ên gelê Efganî nîşan didin. Ew hêza herî mezin bûn ku rewşa Efganîstanê ronî bikin. Dengê wan kesên rast û resen ên ku di belavkirina agahiyan de ji aliyekê ve bi sînor, îşkence û zextên navxweyî re rû bi rû ne û ji aliyekî din ve jî bi xemsarî û siyasetên xweparastinê yên hikûmetên cîhanê re rû bi rû ne.
 
Em teqez dikin ku em piştgiriya daxwazên xwepêşanderan dikin û bang li hêzên azadîxwaz ên welatên curbicur û bi taybet tevgerên gel yên li Almanya û bajarê Kolnê dikin ku zextê li rêxistin û hikûmetên ku muxatabê vê konê xwepêşandanê û greva birçîbûnê ne bikin. Bi xwepêşanderên jin ên li Efganîstanê re û daxwazên wan ên ‘li Efganîstanê naskirina cihêkariya zayendî, qutkirina alîkariya malî ya ji bo Talîbanê, qedexekirina hevdîtinên fermî yên bi endamên Talîbanê re û qedexekirina endamên Talîbanê ji bo çûyîna welatên cuda’ re bibin yek.
 
Li gorî agahiyên ku me derbarê konê protestoyî û greva birçîbûnê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê de bi dest xist, rewşa tenduristiya çalakgeran her ku diçe nebaş dibe. Ev yek ji ber dîroka îşkenceya li girtîgehên Talîbanê û nexweşiyên hin ji van xwepêşanderan ku berê hatibûn eşkerekirin, gelekî metirsîdar e.”