Jinên Efgan di greva birçîbûnê de ne

  • 13:44 4 Îlon 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Efgan ên ku li Elmanyayê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dikin û ji dewletên navneteweyî xwestin ku li dijî Talîbanê daneyan bisepînin daxwaz dikin ku qêrîna edaletê ya gel bê bihîstin.
 
Jinên Efganî yên li Elmanyayê , ji bo ku dewletên navneteweyî li dijî kiryarên Talîbanê yên li dijî mafên jinan daneyan bisepînin, greva xwe ya birçîbûnê didomînin.
 
Di roja 4’emîn ya grevê de aktîvîsta mafên jinan Zarmîna Zarîab Parîanî axivî û diyar kir ku Talîban ne tenê ji bo jinan xeternake û got: “Jin ji bo mafên xwe çalakiyan li dar dixin. Di van çalakiyan de mêr jî di nav de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Qêrîna gelê Efganîstanê ya ji bo edaletê divê ji aliyê hemû cîhanê were bihîstin.”
 
Greva birçîbûnê ya dorveger tê payîn ku heta 12’ê Îlonê bidome.