Rojnameger Nazîla cara çaremîn hat girtin

  • 18:29 30 Tebax 2023
  • Cîhan
WAN – Rojnameger Nazîla Maroofîan ku bi bavê Jîna Emînî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, re roportaj kiribû, cara çaremin hat girtin.
 
Rojnameger Nazîla Maroofîan bi bavê Jîna Emînî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin roportaj kiribû. Ji ber vê Nazîla cara çaremîne tê girtin. Nazîla herî dawî di 16’ê Tebaxê de hatibû tahliyekirin. 
 
Der barê girtin û her wiha neqlê ku derê hatiye kirin de tu daxuyanî nehat dayîn.
 
Li gorî agahiyên cîranan, deriyên Nazîla hatiye şikandin û Nazîla ji aliyê hêzê rejîmê ve hatiye derbkirin.