Li Bamyanê perwerdeya zarokên keç hat qedexekirin

  • 15:16 29 Tebax 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bamyan a yekane bajar bû ku zarokên keç ên ji pola şeşan jortir dikaribûn biçin qursên ziman û zanistê, rêyên perwerdeyê ji bo zarokên keç hat girtin.
 
Du salan, Bamyan yekane bajar bû li Afganîstanê ku ji bo zarokên keç ên ji pola şeşan jortir destûr dihat dayîn ku beşdarî kursên ziman û zanistê bibin. Lê di 4’ê tebaxê de Wezîrê Teşwîqkirina Fezîlet û Pêşîlêgirtina Xerabiyê ya Talîbanê dema ku serdana Bamyanê dikir rastî êrîşê hat. Piştî êrîşê perwerdehiya zarokên keç hat rawestandin, gef li wan hat xwarin û ji dersan hatin derxistin.
 
Ji xwendekarên beşdarî dewreyên perwerdeyê Z.R. got, "Di dema dersê de em hemû di polê de bûn, hemû zarokên keç kincên reş ên dirêj li xwe kiribûn û mamosteyekî me perwerde dikir. Piştre kesên nasnameya wan nediyar êrîşî polê kirin."
 
Wezareta Parastin û Pêşîlêgirtina Xerabiyê ya Talîbanê jî di serdana xwe ya Parêzgeha Bamyan a Afganîstanê de di 26’ê Tebaxê de ketina Parka Amir Dam li jinan qedexe kiribû.