Boko Haram 42 zarok û jin revand

  • 13:19 25 Tebax 2023
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Boko Haram li Jîjeryayê êrişî kesên dar kom dikirin kir û 42 jin û zarok revand.
 
Li gorî medya cîhanê, rêxistina Boko Haram li navçeya Jere ya eyaleta Bornoyê êrişî kesên ku çûn komkirina daran kir. Di êrişê de jin û zarok bûn hedef û 42 kes hatin revandin. 4 jinan ji destên rêxistinê xilas bûn.
 
Hêjayî gotinê ye ji sala 2009’an û vir ve bi deh hezaran kes di çalakiyên tundiya girseyî yên ji aliyê Boko Haram ve tên kirin de jiyana xwe ji dest dan. Rêxistin ji sala 2015’an vir ve li sînorên cîranên welat Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrişan pêk tîne. Rêxistina ku bi taybetî keçên ku diçin dibistanê hedef digire, zarokan direvîne.